Erdê Depê erd ki dûze
Tava havinê qîje qîje
Hêkê daynin hêk dipêje
Erdê Depê erdki dûze
Ser dilîzin xort û qîze
Yara min ewa îşlig sîse
Deşta Depê deştki dûze
Van du siyaran vîz û vîze
Yara min wan ra war dilîze
Herem : Karakoçan (DEP)
Berhevkirin : Zinar Sozdar