Xemoyê Hesen – Lê Wayê

De lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Senemê digo lê lê Fato lê dayê,
Kezîkuriya min û te va teva dayê Dîlemayê,
De rabe temaşe ke qesra Basinca, bêzaxê di romê va,
Elî Ûnis qewmê çiyê va, pexarukê sivik bava,
Xweyê melekê çar zima va,
Bişarê Çeto kekê Cemîlê va,
Êvar da basîryê ser me da ketine taşteyqawulê da,
De lê xin, lê xin, her sê peyadarê mala bavê mino lê xin,
Navê revê navî şermê giran e,
Pey konê mala bavê min nexin lo lo.
De lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
Bişar digo Emo lo lawo, têyî rayê were rayê,
Emo digo hey lo lo lawo, wezê nayême rayê eskerê dewletê ra,
Wezê nayême rayê qaçaxê serê çiyê ra,
Minê sondekê xwariye qesemê navê bi Xwedê ra,
Minê lingê xwe avêtiye di qeydê da,
Kilîta qeydê şandiye Basilîyê mala Hesenê bira stûna duzgê da,
De lê xin, lê xin, her sê peyadarê mala bavê mino lê xin,
Navê revê navê şermê giran e,
Pey konê mala bavê min nexin lo lo.
De lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê, lê lê lê wayê,
De mi go wezê koçka Emongî Gozê ketim dev zinêr e,
Wezê kokça lawê Gozê ketim dev zinêr e,
Dengê Emongî Gozê tê da têye firarê dengê Elîyê Şêr e,
Emongî Gozê sê gulê mawîzerê birîndar e,
Dest davêje desmalê cêva xwe dikişîne, xwînê hevala vedişêre,
De bi hev ra, ha bi hev ra, bîna xwe bide, papaxreşa ha bi hev ra,
De mi go divê sira sira ser koçika, kekê mi mehrûma Xwedê, bûne…

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.