Xemoyê Hesen – Lê Narînê

Ê lê hey narînê, hey narînê, hey narînê,
Ê lê mi go xeberxweşê, zarşîrînê,
Ê lê zozan xweş bû gulbarînê,
Zozanê çiyangê Şengalê gundo mi go erafî ne.
Ê lê hey narînê, hey narînê, hey narînê,
Narîn canê heçikê tejiya gede lawikê mi ra nevê werdê,
Heylo gundo minê sala par kewa gozel ramûsabû,
De wezê îsal pêra qîmîş nakim tûkime erdê,
Hey narînê, hey narînê.
Ê lê hey narînê, hey narînê, hey narînê,
Ê lê mi go xeberxweşê, zarşîrînê,
Ê lê narîn canê mi go te ez helandim,
Eger kurmal te ez kirime desmaleke,
Ê de divê zenda zer alandim,
Hey lê kulmal, mi go te ez nava her çarmalê kurda wez gerandim.
Ê lê mi go hey narînê, hey narînê, hey narînê,
Narîn canê mi go te çevreşê birûxwarê,
Hey lê kurmal, dest bavêje zêrê eniyê hilde jorê,
Heylê kurmal, were ramûsanekê mi evdalê Xwudê kerem ke,
Ê de bira derdê kulê minê te ra neçine gorê,
Hey narînê, hey narînê ax hey narînê, hey narînê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.