Xemoyê Hesen – Delalîyê

Sing û berê xwe kurê xelqê ra nîşan nede,
Sing û berê xwe bi kurê xelqê ra nîşan nede,
Nava sing û berê te da afirisê erebî ye,
Kotî şindokî dewarî mêra bergîr e ser girênede,
Delaliyê, delaliyê delaliyê oy oy oy.
Ay delaliyê, delaliyê, delaliyê,
Kurmalê mi go xeruzêda kanîsarkê,
Wî teresê, xeruzê dihat kanîsarkê,
De tu rabe ser û çava bişo,
Bisk û temorîka şe ke,
Sî û sêguliya nava mila da werke,
Sî û sê guliya nava mila da werke,
Birînê xelqê birînê şûran e di qeman e,
Birîna min evdalê Xwedê birîna dil e,
De tu were kêleka min rûnê tê hêsirê çevê xwe birînê mi derman ke,
Delaliyê, delaliyê, delaliyê, delaliyê oy oy oy.
Hay lê lê delaliyê, delaliyê, delaliyê, delaliyê,
Wî kurmalê, mi go arincî sor e ji halê dilê mi ra nagire ber e,
Wî teresê, arincî sor e nagire ber e,
De mi go bejn û bala vî kurmalê ser da pê da temam şer e,
Ser da pê da temamî ha di şer e,
Devê dev dirana bi zêr e,
Tilî pêçiya gustîl e, guharî guhar e,
De mi go qirik û boxazê temam zêr e, zor zever e,
Temam zêr e, zor zever e,
Sing û berê vê kurmalê sor e,
Hesabê zozanê serê çiyayê Elegezê,
Sivê heta êvarê avê kanîka, kanîsarka, a li ser e,
Delaliyê, delaliyê, delaliyê, delaliyê oy oy oy.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.