Xelîl Xemgîn – Bûka Cîhanê

Welatê min tu yî bûka cîhanê
Hemî bax û bihişt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î

Serî taca Selehedîne Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhên te kevanê Ristemê Zal
Du zilfên te ji tîrên qehremanî

Riwe te agirê Zerdeşt û Mezdik, ji te hestir û şeraba kemuranî
Du levên te kiteba Haci Qadir, zimanê te ji benda seydayê Xanî
Çena te guhê Cudî û Hewler, qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kiteba Zendevîsta, memik ferfûr e tê de neqşa manî
Du desten te tixûben tirk û iran, hero cenga bi tîren zerveşanî
Ji sînga te bi jer de gelye Laleş, ziyaretgeh e bo me her zemanî
Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin, me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazin tev bi hine, hemî sor in ji renge erxewanî

Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal, ji me dengê tivengan çûye banî
Bira, law û bav û ap û pismam, li ser te hev dikuştin di rengê pehlewanî

ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer, dihatin hev li meydana beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin, me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa, kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan e, li alîkî te seydaye xewse sanî

Du derdên me hebûn, dijwar û xedar, xizanî yek ew a dî her nezanî
Weke şêr û piling em diçûn hev, penêr rovî ji meydane hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan, bi zivarî, belengazî û bi şivanî
Here bûke pepûke jarê mest e, li ser sînga te zava man biyanî

Te reş daye serê xwe ber li ser me, li rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîn e kûr e te her dinale, ji ber jana nezanî û xizanî

Helbest: Cegerxwîn
Awaz û Muzîk: X. Xemgîn

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.