Xatoyê Hemo – Hey Wax Li Min

Hayê ay de hey wax li min, hey wax li min, mala minê,
Hesenê Mala Mûsa mala bavê mi da tembûrvan e,
Der û cixara destê Hesenî pismamê min modînê taxima serî da karîbar e,
De hûn ê Xwedê bikin, hûn ê Xwedê li bihebînin,
Hûn ê Hesenê pismamê min nekujin,
Hesenê pismamê minê sedî mêra ay zêde ye.
Olo Heseno qurban, wezê vê sibê rabûm çûme Cizîra Bota hikûmatê,
A de çentirê derê qubedarê vê dewletê,
Wezê divêm bûy navê Xwedê ve hûn ê Hesenê mala Mûsa nekujin,
Bûy xatirê mi pîrê mi hermetê,
De îro sê roj e mi bihîstiye we yê Hesenê pismamê mi kuştiye,
Cinyazê wî hiştiye bêlanê jorê lo ber hêybetê.
Olo Heseno qurban, tuyê roja eydanê qurbanê,
Qîzê xortê gundê me meşiyane vê dîwanê,
Wez û Hesenê pismamê xwe va mane bêlanê jorê vê lêylanê,
Ay de nîvro şûnda li mêr hêsêrdanê,
Ay de hey wax li min, hey wax mala minê,
Hesenê Mûsay ne mêrê kuştinê ye, li hewa di riya Xwedê da be,
Çevê belek çawa ax lê reş ketinê,
De wez ê kofî kitanê xwe hildim herime Stenbola şewitî,
Pey Hesenî pismam ra ser boyaxa li mi reşkirinê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.