Xalitê Bego – Huseynê Qeco

Koç û keriyê Hiseynê Qeco ne giran e, ketîne deşt û çiya ye wê wê,
Wê dayîkê dayê, dayîkê wey dayê.
Wê gulekê li Huseynê Qeco bavê Nazikê dane,
Bayê gulê ra ez mehrûma Xwedê kewê didimê kew lê nayê,
Dayê, dayîkê, wey dayê.
Ê lê erdê koliya Bişêriyê erdekî wê di ter e, wê di ter e,
Dayika, weydayê.
Wê gulekê li orta meydanê Hiseynê Qeco bavê Naziliyê dane,
Ez porkura Xwedê dinêrim,
Bayê gulê ra zarê devê wê şîrîn nagere dayê,
Wê wê wê dayîkê, wey dayê.
Lê lê erdê Bişêriya komilî, ji dilê mi ra erdekî wê gav e,
Wê wê dayîkê, dayê, hey dayê.
Koç û keriyê Hiseynê Qeco ne giran in,
Ji dilê mi ra de wê dane navê hê hêêê,
Wê wê wê dayê, dayîkê, de dayê.
Wê gulekê li orta meydanê Hiseynê Qeco bavê Naziliyê dane,
Kuştine mîrê min î bejnzirav e bavo,
Dayê dayêêê, dayîkê, hey dayê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.