Ûsivê Sêbira – Ûsivê Sêbira

Lo dilê mi liyan e, dilê mi liyan e, lo dilê min liyan e, dilê min liyan e,
Ji mi ra divên wez Ûsivê sêbira me,
Sala hezar û nehsed û şêst û pênca,
Ezê ji xwe re li Sûriya me, dilo cano ezê hiliko nînada me,
Minê xewnek xewna xwe de dîbû.
Minê xewna xewnê xwe dîtibû,
Wele koma doran go Ûsiv bira Xwedê xewna te xêr bike,
Saloxa bide xewna te çi qanûn û çi tirzî bû.
Go rehma Xwedê bavê hazir û godara be,
Di oringê mi de xewna êvara nadê xewnekê pîroz î rihmanî bû,
Mi dî hingê cane ber serê Ûsivê sêbira rûniştî bû.
Gava nîvê şevan û pêve serê mi girt û hejandibû,
Gava mi çavê xwe ji xewa şîrîn vekir,
Hebekî li vê xewnê werin çi bîmezî weka çiyakî mazî.
Go lo Ingêro Ingêrcano, serê mi bi gorî, siheta mi qurbano,
Xeweka şîrîne mi şiyar dikî, vê şevê çi ji mi dixwazî.
Kuro metirse tiştekî tu naxwazim, tu ne Ûsivê sêbiran î,
Wey lo mi go Ingêro Ingêrcano, serê mi bi gorî, siheta mi qurbano,
Madem tu Ingêrcan î vê şevê tu ji xwe zanî.
Go mizgîniya mi ji te re,
Pênc roj û pênc şeva dimeşî gemîyê ser baran î,
Gava tu bikevî bajarê Lûsevanê, tê binêrî çar nikarê wî çiyan e,
Wele berî gemîyan e mi go Lûsevanî zor zane,
Kinarî ku kafirîmê de denêne babasamankarin deynin şênîkan e.
Mi go mîran bav û bira rabe,
Dîmon ser dîmonê bide hikûmeta Maînsane,
Em ê sorga bavê mi go Apovyane,
Zara bavê sinhet û mekteban e,
Hilîne qanûnê haylinikê bavê me yî Ayistan e.
Me re gava hatine Apovyan e, ezê çûme ser dara di sêvan e,
Çûme ziyareta Zirnîşan e,
Emrêm heftê pênc salan pêre pêre dageriya çil û pêncan e.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.