Tag Archive : stranên kurdî

Diyar – Biveso Xozat

Xozatî verde bendê bendê areyî
Verde sono derê awika sipî
Biyo sebebê mi lacê mi efendi

Biveso biveso biveso welevo
Namê mi sondê cencu nê xozatî bo
Heye Xozat heya dirbetiya mi na
Cencê to wustera va diyaxê mîna

Şewitî Xozat şewitî Şewitî bu xalî
Xortén Xozatê we tolan hilînî
Xozatê verde ra wa pirdê Tornotî

Zalimi nay ve mara qersunî polatî
Bime wayirê derd û xemê xozatî
Yansın Hozat yansın Yansın kül olsun
Hozatın gençleri ahımı alsın

Gotin: Hozan Cömert
Muzik: Gelêri Herêm: Dersim

Diyar – Gelhat

Refek baz ji Cudî hilhat
Ber bi kobaniyê vê hat
Gelhat hat mîna Xizira
Bi hawara me da hat

Ey hevalê me yî Gelhat
Tu ser çavê me ra hat
Ser bazekî pir bi heybet
Mîna çîyayê Ararat

Dijminê me har û gêje
Pir bi gemar û qireje
Hevalê Gelhat lêdixe
Erd û ezman li ber dihêje

Ey Gerillayê qehreman
Li dijmin rakirîye ferman
Kobanê tu warê me ye
Gelhat lê buye mêvane

Gelhat tune sebr û tebat
Mîna pêlen dicle û ferat
Dijmin şikî li ber hêrsa wî
Azadî ji mera kirîye xelat

Pistî nivîsandin destan
Dan pêy karwanê şehîdan
Ew ketin nava dilê me
Bun pakrawanê gelê me

Gotin û Muzik: Diyar

Diyar – Leylê Xanê

Leylê Leylê leylim xanê
Leylê Leylê koçerê canê

Leylim tê ye ji bêriyê
Leylê Leylê leylim xanê
Leylê Leylê koçerê canê

Berî li bin dara bîye
Dara avê li nav piyê
Elba şîr daye aliyê sîyê

Malika leyla min girane
Barkir barê heft devane
Deve çune kudik mane
Şerê dewan li ser kudikane

Gotin û Muzik: Gelêrî

Diyar – Dîdem Yar

Fîncana dested yaqutê aman aman
Nemawim sutawim cêrgim bot sutê
Henasam her wek barute aman aman
Eman yar dîdem yar bo çi’m de kujî
Demkujî le ber çî bo xwîn in dem ji

Fîncana dested elmase aman aman
Sutawim birjawim be eşq û tase
Dildarî xotim bim nase aman aman
Eman yar dîdem yar bo çi’m de kujî
Demkujî le ber çî bo xwîn in dem ji

Gotin û Muzik: Gelêrî
Çavkanî : Nasir Rezazî

Mesut Çetinkaya – Gelê Kurd

Ey gelê kurd
Ey gelê kurd, tev bibinyek
Dest bidin hev wek bira
Dahola cengê li dar xin
Hûn li meydana şeran
Firsetê îro ji dest xwe
Bernedin, dem ya we ye
Ala kesk û sor û zer
Hildin li ser xan û sera

Helbest: Seydayê Tîrêj
Muzik: Mesut Çetinkaya

Marûf Alan – Mîran

Were mîran mîran mîran
Wer mîranê lê
Were dilê min ji kaniyoka li binya mala
Ji avê tê
Were minê gotî bêhna miska etaroka
Gul û gulçîçek û sosın u beybûna ji ber piştê tê
sebr û malê
Eman eman eman eman eman
Wî de bila xwedê xera bike
Mala xayîn û fesad û bêbextê gundê me

Çawa nehiştin ez û çavê reş û belek
Rûnin li kêleka hev û du
Wer hemû hatin lo ji xwe re û me re
Li min rebeno

Gotin û Gotin û muzîk: Gelerî
Herêm: Botan

Marûf Alan – Ax Tamara

Tamara evîna min
Sorgula li ber bîna min
Şeva tarî li hêviya min
Axîn û kesera min

Tamara ax tamara
Şewqa heyva li newala
Dîroka evîndaran

Tamara ax tamara
Şewqa heyva li newala
Destana evîndaran

Biqîre Behra Wanê
Tu evîna sedsalan
Heyva nû wa bilind bû
Tamara min qey kanê

Tamara ax tamara
Şewqa heyva li newala
Dîroka evîndaran
Tamara ax tamara

Şewqa heyva li newala
Destana evîndaran
Tariya şeve wiha nebû

Tamara min zû were
Bextê min û te yê reş
Bi miradan em şa nebûn
Tamara ax tamara

Şewqa heyva li newala
Dîroka evîndaran
Tamara ax tamara

Şewqa heyva li newala
Destana evîndaran

HELBEST
Çîrokekê ji min re beje tamara
Bila hemû lîstikên zarokatiya min
Di nav de hebin
Bila jiyana xortaniya min di nav de hebe
Bila hîva çardeh şevî ku gerdena wê
Bi morî û mircanan diçilvilî din av de hebe
Bila hemû xweşî û nexweşiyên evînê di nav de hebe
Çîrokekê ji min re beje tamara
Bila roja dawiya emrê min û te bi hev re di nav de hebe
Ax tamara ax tamara ax tamara

Gotin, muzîk û helbest: Maruf ALAN

Rodî – Tazî

Dinya destê dizane
Feqîrê min çi zane
Bê zar e bê ziman e
Halê wî perîşan e

Xem, xem, xem şevê xem
Rojê xem êvarê xem
Her dem û her gavê
Bes e ewqasana xem

Tazî hatim tazî çûm
Di nav çîroka xwe da
Tenê hatim, tenê bûm
Di nav dîroka te da

Îro yekê mehê ye
Çar û nivê şevê ye
Min di xewna xwe da dît
Gelê min azad bûye

Jiyan çi hîlebaz e
Çi rast e, çi ne rast e
Wekî her carekî din
Filîm qedya xilas e.

Rodî – Bes e

Xebera reş zû bihîstin
Hatin deriyê min xistin
Ez jî wek wan tirsiyam
Agir mala min xistin

Ezraîl hat canê te
Te bi wîra rêxistin

Bes e dilê min bes e
Bela serê min bes e
Tu çi dibêji bejê
Rast e dilê min rast e

Tabutekî ji text e
Çûyinekî bêwext e
Rakirin ser milê xwe
Qeder çiqa bêbext e

Te kirin nav axa sar
Her tişt sexte ye sexte

Fotoğrafê min û te
Li diwarê bêdeng e
Bi dû koçkirina te
Xanî li min pir teng e

Xwazî tu li ba min bana
Jiyan bê te bêreng e

Rodî – Xerîp

Min gemiyan(keştî) şewitand
Nikanim vegerim
Min ciwanî helisand
Kelgirî bikeser im

Xerîbî birîndar
Bêkesî hustîxwar
Bêhal î bêmecal î tu

Dinya li dora mi da digerî
Xerîp digerî

Dixwazim vegerim
Bilind bim wek çiyan
Rê nadin derbasbim
Ew digirin wan rêyan

Girî giriya min e
Va şîna şîna min e
Tenê tenêtiya min e
Ev, arê dilê min e

Rodî – Şans

Şans neda min mal mêrad
Karê min qey rast nehat
Ne xêr dî ne jî mirad
Hatim ser pişta sirat

Baş e çavê min baş e
Va keyda, keyda xweş e
Tu birîndar, birîndar
Qedera te jî reş e

Xwedê sebir bide te
Çawa be va halê te
Her roj wiha derbas nabe
Rojek vebe şansê te

Av li arê te keve
Ser sînga min rakeve
Welle billeh sond dixwim
Destê min te nakeve

Rodî – Leyla

Leyla tu min bernede
Di nav êş û janê da
Xêr ji te kiyê min hey
Li ser rûyê dinê da

Bîr nakim te bîr nakim
Kesser hey sebir nakim
Dûriya te de hebûn
Zehmet e qebûl nakim

Xem dikim dilê xwe
Ranakim serê xwe
Leyla çû venagere
Ez dikujim vî canê xwe

Diqerisim sar e
Tu ji bîra min nare
Pêda, pêda dinalim
Sevê min qare, qare

Muhsin Mîrzade & Roya Ismaêîlîyan – Zarê Megrî

Ser hilênim kuda herim
Ez le redê te degerim
Ta newînim venagerim
Zarê megrî le bin merxê me
Zarê megrî le bin merxê me
Siwê terim êvar tême…heray mizûrê xelkê me
Bimirim parê herdê me…bimînim yarê zarê me
Xelko werin hûn biwînin…kewran le min mebarênin
Yarê min çû dagerînin…zarê megrî le bin merxê me
Zarê megrî le bin merxê me
Siwê terim êvar time…heray mizûrê xelkê me
Bimirim parê herdê me…bimînim yarê zarê me
Her kes yarê min hilgire…marek we ser dil bigire
Derman meken ba bimire…zarê megrî le bin merxê me
Zarê megrî le bin merxê me
Siwê terim êvar time…heray mizûrê xelkê me
Bimirim parê herdê me…bimînim yarê zarê me
Derdî dilan melivînin…kewran le min mebarînin
Bîçarenî me nastînin… zarê megrî le bin merxê me
Zarê megrî le bin merxê me
Siwê terim êvar time…heray mizûrê xelkê me
Bimirim parê herdê me…bimînim yarê zarê me

https://www.youtube.com/watch?v=DBVrbwiuYMM

Yalda Abbasî & Muhsin Mîrzade – Şasiyar

Ewrê asmîn erman erman erman erman degurmijin degurmijin
kerîyei berxan xwade can debarijin
Hemdil heval ezîz can te navijim
Çav şûr pirin erman erman erman erman erman erman sere sawe
Orzelingi heval can verîn rawe
Biken bira ezîz can derd belawe

Terkê min kir ella xwdê erman erman dilberê min, dilberê min
Daqek danî yare can cîgerê min
Bû xerawo mal xeraw dilberê min

Xewer nebû ella xwdê erman erman je yarê min
Kemandarê bê murwet bir dilê min
Xewer nebo ezîzê je yare min

Balaxane erman erman erman erman xişt û nîme erman erman xişt û nîme
Fekê yarê hevalê kanîya cîme
Fekê yare hevalê kanîya cîme lelay lay

Ser hilînem erman erman erman erman le kevîran
Çere bûme yarê can xane vîran
Le vî kara mal xeraw bûme hêyran

Balaxane erman erman erman erman xişt û nîme erman erman xişt û nîme
Fekê yarê hevalê kanîya cîme
Fekê yarê hevalê kanîya cîme lelay lay

Terkê min kir ella xwdê erman erman dilberê min, dilberê min
Daqek danî yarê can cîgerê min
Bû xerawo mal xeraw dilberê min

Xewer nebû ella xwdê erman erman je yarê min
Kemandarê bê murwet bir dilê min
Xewer newo ezîzê je yarê min
Şa sîyaran erman erman erman erman ka gula min

https://www.youtube.com/watch?v=2FblK_VkTRQ

Kerem Sevinç – Eşkera

Banê bawkê mi mermer o
To paweno ez hewt serro
La Lawo qedayêto bîjero
Lê esmero lê dîlbero ez sebikero

Mi va mi cameverde delala mi
Omedya mi meşikne cîgera mi
Eşkera bo eşqê ma mino to rê wad bo
Melema mi…

Vate û Muzîk: Muhammed Akar & Kerem Sevinç

Aşîkar

Babamın evi mermerdendir
Yedi yıldır yolunu gözlüyorum
Bahtına düştüğüm
Esmerim dilberim söyle ne edeyim

Dedim beni terketme sevdiğim
Umudumu kırma ciğerim
Aşikar oldu aşkımız sana bana and/söz olsun ki
Merhemimsin…

Mem Ararat – Evîna Du Çiya

Min got ez Ararat im, tenê û tenha
Te got ez jî Sîpan im, berf û derya
Berfa min ji benda mayîna te heliya
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Hêsir bim sozdarê

Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê vê dinyayê
Lerizî payîza min li pelê darê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê
Lerizî sozdarê

Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re slav tê
Ji baskê balindeyan bêhna yarê tê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê

Wergera Tirkî: Kürtçe Şarkı Sözü

Kerem Sevinç – Poşman

Wele biya wel wel biya ez nê derdan derdî ra
Kulan ver lete let biya ez hetey zerey zerrî ra
Zerrî niya ê mi zanî na adirê nê dejî ya
Zerrî niya ê mi hînî na qozirmey şewatî ya

Eke ti derdan têw bidî dima ti zaf poşman benî
Bizani ez fek akera kilî mi fek ra perrenî
Ti qet wina meewni na bêvengiya bêvengi ra
Bizani ez wele biya bêhesî û bêkesî ra

Kes nêzano na zerrî de çi hêvî ha nimitaya
Pers bike na bîbikê qey caran piya nêniyaya
Kil û kozir ra pers meke ti korfehman û heran ra
Pers bikî estaran ra ez hayay şewanê  homay a

Vate:M. Malmîsanij
Muzîk: Kerem Sevinç

Pişman

Kül oldum, küle döndüm bu derdin elinden
İçerden çürüdüm, parçalandım bu derdin elinden
Kalp değil bu bendeki, bu sızının ateşi
Kalp değil bendeki, bu o közün ateşi

Eğer dertleri sorarsan sonra çok pişman olursun
Bilesin ki konuşursam ateş sıçrar ağzımdan
Sakın bakma bu benim sesisim sessizliğine
Bilesin ki küle döndüm kimsesizlikten ve sevgisizlikten

Kimse bilmez yüreğimde ne umutlar sakladım
Sorsana bu göz bebeklerim neden hiç kapanmıyor
Ateşi ve közü sorma anlamayana, bilmeyene
Yıldızlara sor, tanrının gecelerine tanık olduğumu

Hemê Hecî – Berxê Çavreş

Di riya serxwebûn û azadiyê de
gellek keç û xortên me yên ciwan
jiyana xwe ji dest berdan.
Di berxwedanên zîndanan de
agir berdan bedena xwe.
Yek ji wan jî xwişka me Sema bû

Rom ketiye geliyê Zîlan
Berxê çavreş kale kale
Birîna dil zar e zar e
Kûr dinalim pir xedar e

Birin birin talan birin
Ax lê bavo talan kirin
Me qet nedît roja şêrîn
Çavên hêsîr, dilê birîn

Îro d’hêla me de şîn e
Ax azadî çi şêrîn e
Şehîd kirin xortên ciwan
Dilê me bi kul û birîn e
Şehîd kirin xwişka Sema
Dilê me bi kul û birîn e

https://www.youtube.com/watch?v=xC4t2ip-igs

Hîvron – Çendî Bêjim

Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim meh û salan
Kes bi halê min nizane

Meh û salan ez dinalim
Şev û roj talim salim
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nizane

Ew mehbûba wek stêran
Tesîra keçika mîran
Te helandî feqîyê teyran
Kes bi halê min nizane

Hîvron – Şox û Şengê (Dil Ji Min Bir)

Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min

Nazikê şêrîn kelamê
Dêmdûrê gerden şemalê
Çîçeka terhîn ê vala
Dil ji min bir, dil ji min

Surşêrînê nazenînê
Kuştim û nakî yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min

Roniya çavên Mela yî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min