stranên diljen ronî

Diljen Ronî – Diltolaz

Hemû xatûnên min dil şikandî
Bûne bar li ser pişta min
Îro dikenim, lê sibe ez dê bigirîm
Her roj, her êvar, her şev
Xew neket çavên min, dilê min perîşan
Xew neket çavên min, halê min perîşan

Biborînin li min, min efû bikin
Vî barî ji pişta min hilînin
Hemû sedem ev dilê tolaz e!
Lê ez çi bikim dil jî dixwaze!
Xew neket çavên min, dilê min perîşan
Xew neket çavên min, halê min perîşan

Gotin û muzîk: Diljen Ronî

Diljen Ronî – Evîndar im

Ji derdê evîna yarê
Perîşan im, min sed eman.
Ji beyanîta êvarê
Şaş û gêj û wek sersema
Wek sersem û wek sewsîya
Digerim li çol û çiya
Goştê canê min heliya
Jiyan qidum jî neman

Ev arê taya evin e
Nefes li min diçikîne
Min ne mecal ne hekîm e
Evîndar im ez ne dîn im
Di Eşqê de Mem û Zîn im
Dil pare û bi birîn im
Ji dil diçe pêt û dûxan

Wergera Tirkî (Türkçe Çevirisi)