Categories
Gelerî

Axayo

Axayo, çûme Mûşê,
Bû hewayê,
Ser koçika bavê Koroxlî agir barî.
Axayo, çûme Mûşê-
Bi bax û tirî,
Perîşana Nemê kire gazî:
Gulê, rebenê,
Min porê serê xwe kurrkirê…
Çûme Mûşê li bilincîya,
Serê bavî Koroxlî –
Nasekine ser belgîya,
Heyla axayo, heyla wezîro…
Axa, çûme Mûşê –
Bihembere,
Bavê Koroxlî nexweşe
Melle li sere,
Heyla axayo, heyla wezîro…
Çûme Mûşê bi titûne,
Kincê bavê Koroxlî qapûtê tev gulavdîne,
Heyla axayo, heyla wezîro…
Çûme Mûşê ser kanîyê,
Cinazê bavê Koroxlî dişon li dev cemyê,
Heyla axayo, heyla wezîro…

Categories
Aydın

Hozan Aydın – Newroz e

Bîstûyek adarê
Tê bayê buharê
Dest bidin dest yarê
Tev dadin vî arê

Newroze newroze
Cejneke pîroze
Hem doze hem soze
Agirê Kawa ye koze

Werin qor bi qore
Ar gurkin bi dore
Hildin esmanê jore
Ala agirê sore

Agirê sor hilhate
Ronî da welate
Hurmete rûmete
Maç bidin xelate

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

Categories
Aydın

Hozan Aydın – Çi Dem e

Va çi dem e û dewran e çi dunya ye
Ne qîmet ne rûmet qe tişt nemaye
Çerxa felekê lime çep vegeryaye
Ne bexte ne soze tev derew maye
tev derew maye

Kanê ewê min jêre digo bira
Digo heval ez xapandim bi vira
Destê xwe dan min bir dan devê gura
Bawerîya min avêtin agira
Dan dest neyara

Wek Xezal a kovî li ser wan çîyan
Em gerîyam li deşt û li berîyan
Gelo min çi dît ji destê rovîyan
Tenê xistim nava dehfan revîyan
Pişta xwe bi mi dan

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

Categories
Aydın

Hozan Aydın – Bavê Min

Çavê xerîbîyê korbe
Çi zehmete mirov dûrbe
Per û bask ên mirov hûrbe
Dayê çawa bê sebra min

Dayê çawa bê sebra min
Çav vekirî çû bavê min
Ber xwîdan a zekerat ê
Ji tere negot ka zarên min
Negot kanê Aydin ê min

Dengê ji dûrve bi heware
Wek mar ê ter gelkî sare
Mirov bi hêsrên xwe nikare
Dayê çawa bê sebra min

Mirin digre tim hergave
Carna xale carna bave
Car hevale car bênave
Dayê çawa bê sebra min

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

Categories
Aydın

Hozan Aydın – Kina Min

Ha kina min kina min lê
Ca kina min kina min lê
Kina min kina min lê tew
Zerîya ber mala min lê

Kina min kinîne lê
Ha kina min kina min lê
Kina min kinîne lê
Ca kina min kinamin lê

Kina min tevnik danî
Ha kina min kina min lê
Nexşê navê gul danî tew
Zerîya ber mala min lê

Ha kina min kina min lê
Ca kina min kina min lê
Kina min kina min lê tew
Zerîya ber mala min lê

Gotin û Muzik: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Hozan Aydin

Categories
Aydın

Hozan Aydın – Mîrê Mîran

Hey mîro mîrê min hey mîro mîrê min hey mîro hey mîr
Ax lo mîr çi fermane;fermane li ser srê me rakirin dîsa fermana mîrane
De lolo birano dîsa xeberekî hate şevekî nîvê di şevane,
Ez ketim nava derya kulan û xeman,ronîkê minde kombûn ewrên reş û tarî girtî mije bi dûmane Dîsa li hev civîyane kome guran kivşeye şêwr girane.
Dixwazin qirkirina Kurdane bira fermana girane.

Fermane ax fermane,fermana mîrane mîrê min setacî hemî mîrane.
Ez çi bêjim nikarim bidim tu pesnan mîrêmin nav girane,
Sehildana şopû rêça heftêûpênc salane,derketî ji cih û meskenê pêxemberane.
De swar bu li ser pişta hespê dewrêşê Evdî dizgîn girtiye ji mêrane,
Evîn a mîrê min ne Xece nejî Zîn a Botane pir bedewe,
Rinda rindane warê êş û eleman hêlîna hemî evînane.
Şêx Seîdê kal,Seyîd Riza di navdane,wesyet û şîret a Qazî Mihemed ane.
Bi hezaran Xwîna şehîdane xemilîye bi refên gerîllane.
Evîn a mîrê min tenê Kurdistane mîrê min.

De lolo,lolo,lo,lo,lo
Lo birano ez çi bikim dunya ketiye destên hemî rehwil û gur û çeqelane
Hêvîya min jê nema Ewropane;ne dîn e,neîman e
Namûs û hisyet firotine bi peran e!
Li ser xwîna însanan bûn xwedîyê dewletan:yeko,yeko par girtin ji qetla Kurdan e.
Heyfa min nayê bi tu heyfan,heyfa min tê ku bi destên bêbextên di nava meda
Kurdistan bû lîstikên dujminane.
Ji bavê berêde li me anîne qira şêran û mêran,
Bi panzeran hincirandin tifil ên ber pêsîrên dayîkane bira
fermane…fermane,ferman a girane.

De lo lo birano hela binêrin li vî bêbextî û îxanet a dewlet a Yunan e!
Ma ji bîrkirin bi salan namûs a wan mabû li bin lingên Osmanîyan ev çi şerma
girane.
Li ser serê mîrê min çêkirin fend û plane,bi dest ên mîrê min girtin xistin qeyd
û kelepçane,
Berê mîrê min dan nav komara çetane,
Mîrê min kete deste qatil û xwînxwarên van Tirkane bira fermane,
Fermane,fermane,ferman a mîran e.

Ax de mîr;mîro mîrê mîranî,
Serkêşê daw û doz a gelê Kurdanî ji bona mirovahîyê tu nû jîyanî
Cesaret û bawerîya keç û xortanî,
Stranên hunermendan,qelema li dest dîrokvanî,
Şekirê li ser lêvên zarokanî,tirs û xofa dilê dujminanî,
Heyanî dunya xweş û avabe sonda giranî,
Serok û rêberê Kurdanî,
Navê şêrîn ÖCALAN î mîrê min.

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

[yframe url=’http://www.youtube.com/watch?v=haZGR0CC_Kc’]

Categories
Rotînda

Rotînda – Evîndara Te Me

Çima ez dema li çavên te dinêrim
Gulpa gulpa dilê min e
Nizam çima dicirifim

Tu dibê ez jî ji te hez dikim
Lê tu min dihêli û diherî
Ez evîndara te me

Bi tenê daxwaza min
Bi tenê hêvîya min
Û ez tim bi hesret im
Wa ez têm dilxwaza min

Çima ez dema navê te dibihîzim
Dilê min pirr xweş dibe
Çavên min tijî hêstir
Xwezîla ez jî bi te re bihatima

Mîna teyran bifiriyama
Li wan deşt û çiyan

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Çavên Te

Çavên te reşin lê gidiyê, reşekî tarî
bejna te zirav e, dirêj e, bejna çinarê
Te ez hilandim şêrînê, te ez hilandim delalê, were kubarê

Çendî ez geriyam li dinyayê, min nedît ji hêsna te
Çendî ez geriyam li nav gulan, min nedît ji rengê te
Te ez hilandim şêrînê, te ez hilandim delalê, were kubarê

Meyzeke li rengê biharê, çendî ciwanê
Seyran xweş e, li ser çeman, di nav gul û baxan
Te ez hilandim şêrînê, te ez hilandim delalê, were kubarê

Gotin: Diber Haco
Muzîk: Ciwan Haco

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Esmer

Ne esmerî, tu ne gewrî, oy canê
Rengek delal li ser te ye, oy canê
Lê herdem tu li ser aya xwe yî, oy canê

Çend salê min li hêviya te me, oy canê
Ma ne bes e, ji sozê te re, oy canê
Madem dinya her mirin e, oy canê

Dikim nakim, te ji bîr nakim, oy canê
Ne bi destê min e, ji te hez dikim, oy canê
Ne gunehê min e, dil te divê, oy canê

Gotin : Ciwan Haco
Muzîk: Asik Daimi

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Gula Zer

Eman eman, eman eman esmer
Dev li ken, rû bi ken, were were gula zer

Ne şiyarî, ne razayî, were keça delal
Ne dijminî, ne hevalî, were were gula zer

Evîndar im, tim şiyar im, were keça delal
Hêvîdar im, ne bêçar im, were were gula zer

Cana minî, tu gula minî, were keça delal
Destê min bigre, tu yara minî, were were gula zer

Gotin: Dilber Haco
Muzîk: Ciwan Haco

https://www.youtube.com/watch?v=qT5DHTONFE8

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Bûkê

De bînin, bînin bînin
De bînin, bînin bînin
Vê keçikê hûn jê re bînin
Vê qîzikê hûn jê re bînin
Dayê rabe hinê çê ke
Dayê rabe hinê çê ke
Li destê û lingê bûkê ke
Li destê û lingê zavê ke

Dayê tu dayka minî
Dayê tu dayka minî
Deşt û çiya di navkevin
Bi şev bi roj li bîra minî

De rabin hinê çê kin
De rabin hinê çê kin
Hespê bînin bûkê lê kin
Derenge wê bi rê kin

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Eman Dilo

Eman dilo eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Dil û kezeb tev bûn kulo
Yar bû kulo ez bûm bilbilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo

Di ber min re bihurî û dimeşe
Yek li ber min kir wek şeş e
Li pêş min kir şeva reş e
Bûm wek brîndar û serxweş e
Dil û kezeb tev bûn kulo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo

Ji nav bexça meşî û bi rê ket
Por wek herîr li ber bê ket
Canê min ma û dilêm peyket
Dil wek tîr û kevan lê ket
Ji serêm çû hiş û aqilo

Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo

Categories
Delîla

Delîla – Zîlan

Bi çi rengê, bi çi rêkî
Gula bidin dest Zîlana min

Parêzvana roja min
Mizgîna bihara min

Zîlan, Zîlan, Zîlan, Zilan
Roniya reşka çavê min

Do ew zêrî bû
Îro ji bo me bû perî
Keç û kesa bihûrîn
Herdû biska ba bidin
Taca azadiyê bînin
Deynin serê Zîlana min

Zîlan, Zîlan, Zîlan, Zilan
Roniya reşka çavê min

Categories
Ümit Demir

Ümit Demir – Nebû

Nebû, nebû çi bikim nebû
Ev dilê min qet şa nebû

Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê min xera bû

Derdê mino lo, lo dîlê mino
Derdê mino lo, lo dîlê mino

Min xêr nedît ji evînê
Ji vê  jînê ji vê dinyayê

Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê min xera bû

Derdê mino lo, lo dîlê mino
Derdê mino lo, lo dîlê mino

Categories
Hesen Şerîf

Hesen Şerîf – Yasemîn

Were ey yasemîna sil
Wêrankirin te cerg û dil
Bi derdê te brîndarim
Tevda bûme kuvan û kul
Kuvana sîngê min çerand
Te kenî ji lêvên min werand
Pêlên derya dû çavên te
Gemiya eşqa min wergerand
Çi cîh neman ez lê rûnim
Ji eşqa te har û dîn bûm
Bo hembêzkirina bejna te
Hemû rêka dê şeqînim

Gotin; Edîb Çelkî

Categories
Hesen Şerîf

Hesen Şerîf – Yarê

Ewel ku yarê dame, yek zerre yek înayet
Qismet me xemer û came, di deftera hîdayet
Husn û cemalê canan, nadêrtin tu payan
Herçî ne bit bîdayet, eslen nehin nîhayet
Arif heta nenûşê, ji destê meyfiroşê
Xaîb nebû ji hoşê, peyda nekir wîlayet
Cama di destê şahid, jengê ji dil dişotin
Pîrê moxan ji rendan, weha dikir rîwayet

Gotin; Melayê Cizîrî

Categories
Hesen Şerîf

Hesen Şerîf – Sema

Dîlan e de were mil bi mil
De bila bên, de bila bêno
Ey nazdarê jêhatî sebira dil
De bila bên
Têr nabim ji ewê bejnê, çavên kil
Esmer û naz û bedew û
Nûbarî li ser bişkoja mêrga şil, bîsk bi têl
Şahê xurta bûm, pîr bûm li benda te
Bazê azad bûm, ketime davên te
Awazim bo strana eşqa te
Esmerê ma ne bes e ji derdê te
ME jivane li ewê bejna bi xeml û naz
Lezke were kovan bûne gelwaz
Semayê û serçemkî tu yî daxwaz
Li benda te ne semtor û ney û saz

Gotin: Hesen Şerîf

[yframe url=’http://www.youtube.com/watch?v=_mNTYqUsIl4′]

Categories
Hesen Şerîf

Hesen Şerîf – Poşmanî

Min tu wusa nasnekirî
Roja ku te dil dîl kirî
Min got tu bihara minî
Dê dergehê xema girî
Di eşqa te de bûme derwêş
Min barkirin tev kul û êş
Te bi nazî dil ji min bir
Ma qey ji miin dixwazî heş?
Bi dilê sava şîrîn şehê
Sihir li min kir sal û mehê
Ez bilbilekî k3uvî bûm
Çewa zû xistim rekehê
Wek bîbilka herdû çavan
Karxezala mîna sava
Bi evîn û naz min xwedî kir
Wê agir berda hinava
Te got bi xatirê te, bi êkcarî
Êdî ne dostî, ne yarî
Lê ka bipirse ji dilê xwe
Ka çi agir lê dibarî
Her bike girî tu poşmanê
Rondik bibarin wek baranê
Soz û evîna min day te
Nabîniye ve li jiyanê

Gotin: Rizgar Kêsteyî

Categories
Hesen Şerîf

Hesen Şerîf – Karnaval

Koçê me bar kir bi rê ketin
Li dû xwe hiştin
Warê bav û kal
Axa şîrhelal
Bi bar û piştî
Welat Welat
Tu derdê giran î, tu jan û evîn î
Li bazarê Tirkan
Erzan bûye can
Di bin reşmalan
Nifûsên giran
Tazî û birçî
Digerin li hêvî
Karnavala koçan
Direvin bo can
Heyfa xweşmêran
Ketine dertûlan
Ey wax û yeman
Xirabo zeman….

Gotin û muzîk:  Aram Gernas

Categories
Hesen Şerîf

Hesen Şerîf – Nêrgiza Xamtirî

Te çav nêrgiza xamtirî
Por mîna pêlên xabîrî
Pira berî bejna te ye
Herdem û gav min tu li bîrî
Nazik evînî û esmerî
Semyan û tac û serwerî
Pîrozî wek serê Cûdî
Camek ji ava kewserî
Berî hingaftina çavan
Te êxistim xefk û dava
Deng û peyvên te yên şîrîn
Agir xiste nêv hinava

Gotin: Edîb Çelkî