Categories
Mehmet Akbaş

Mehmet Akbaş – Şadî

Tu çûyî dilê min xem û derd e
Payiza dilê min bêdeng û sar e
Dil ku digotin min re heval e
Xwezî te bidîta çi anî serê min

Ey bi şeva roniya Zîna min
Bê te Mem im, bêhal im
Ey tu reng î, hêviya jana min
Bê te hêsîrê kemîn im

Kaniya eşqa min bê te serab e
Xaniyê eşqa min bê te xerab e
Şadiya bê te tahmsar e
Wekî siya ser avê ye

Ba te bi ziman im Feqiyê Teyran im
Bê te şikestî taca xurir im
Ba te bi kani me kaniya min ronî ye
Bê te mala min xir û xalî ye

[yframe url=’http://www.youtube.com/watch?v=0lAaKU6Om9A’]

Categories
Aydın

Hozan Aydın – Newroz e

Bîstûyek adarê
Tê bayê buharê
Dest bidin dest yarê
Tev dadin vî arê

Newroze newroze
Cejneke pîroze
Hem doze hem soze
Agirê Kawa ye koze

Werin qor bi qore
Ar gurkin bi dore
Hildin esmanê jore
Ala agirê sore

Agirê sor hilhate
Ronî da welate
Hurmete rûmete
Maç bidin xelate

Gotin û Muzik: Hozan Aydin

Categories
Cegerxwîn

Cegerxwîn – Bilbil (Hate Ber Derî)

hate ber derî min lê nanerî
le gava ew çû min dil daye dû
ka ew çaven reş, ka ew demên geş
ka ew bîhna xweş ka ew reng u rû

yar min bankir ey bilbilê dîn
li ser çi digrî qerîn û nalîn
yar’a te waye,li ber çavaye
ew deşt û çiya tew xweş kir bi bîhn

bilbil tu zanî gelo ez kî me
tu tim serbestî lê ez girtî me
bê lîs û hêlîn bê ol û bê din
ez im cigerxwin xortê kurdî me

Cegerxwîn (1903-1984)

Categories
Mirady Raperîn

Raperîn & Mirady – Hate Ber Derî

hate ber derî min lê nanerî
le gava ew çû min dil daye dû
ka ew çaven reş, ka ew demên geş
ka ew bîhna xweş ka ew reng u rû

yar min bankir ey bilbilê dîn
li ser çi digrî qerîn û nalîn
yar’a te waye,li ber çavaye
ew deşt û çiya tew xweş kir bi bîhn

bilbil tu zanî gelo ez kî me
tu tim serbestî lê ez girtî me
bê lis u hêlîn bê ol u bê din
ez im cigerxwin xortê kurdî me

Cegerxwîn (1903-1984)

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Hate Ber Derî (Bilbil)

hate ber derî min lê nanerî
le gava ew çû min dil daye dû
ka ew çaven reş, ka ew demên geş
ka ew bîhna xweş ka ew reng u rû

yar min bankir ey bilbilê dîn
li ser çi digrî qerîn û nalîn
yar’a te waye,li ber çavaye
ew deşt û çiya tew xweş kir bi bîhn

bilbil tu zanî gelo ez kî me
tu tim serbestî lê ez girtî me
bê lis u hêlîn bê ol u bê din
ez im cigerxwin xortê kurdî me

Cegerxwîn (1903-1984)

 

Categories
Rotînda

Rotînda – Evîndara Te Me

Çima ez dema li çavên te dinêrim
Gulpa gulpa dilê min e
Nizam çima dicirifim

Tu dibê ez jî ji te hez dikim
Lê tu min dihêli û diherî
Ez evîndara te me

Bi tenê daxwaza min
Bi tenê hêvîya min
Û ez tim bi hesret im
Wa ez têm dilxwaza min

Çima ez dema navê te dibihîzim
Dilê min pirr xweş dibe
Çavên min tijî hêstir
Xwezîla ez jî bi te re bihatima

Mîna teyran bifiriyama
Li wan deşt û çiyan

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Diyalog

Bi sûnd bi peyman
ezê nehêlim kuç liser kuç
kit jê nahêlim
ezê bajher bikim
Dojeha liser riwê erdê
da “gawir” vegerine
ser riya “Ala”yê mezin
bere êdi Şirnex bêje
xwezi bi Dêrsimê geliyê Zilan
xwezi bi Helepçe
De lêxin “gurên boz” lêxin
kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
ti seri xwe ranakin dibê
dixindirine newala
lêxin “Aslanlar” lêxin
mizginiya “mirinê” bighênine
Qulpe û xwişmakên wê
Bêjin vaye hat “mirina zer”
bere ev çiya û zinar
nasbikin ez kime
ezim “Sayar”im
neviyê “Xanê” mazin
yê “Ata” û yê “lsmet İnönü”

pesnê xwe nede
xezeba te ji tirsa nara teye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
dilovaniyê zanyariyê dide
tu bi şûr
hin gelek ditin bahozên “zer”
li vhi erdi gelek niv-mirorê
di çav xwede “fêris”
di nava xwede “newêrek” û
“bêbext”
derbas bûne
gelek hatine bablisokên “zer”
te basa “‘xanê” mezin
‘Ata” û “lsmet” kir
ew hatin û çûn
lê ez livirim
ez Iivirim
liber diwarê birca Amed
ez livirim mina Surhê me

li ser singa te
mina direhê me
di gewriya tede
di çavên tede
bablisoka ji agirim
mina surhê me liser singa te

birçî tazi bider serê xwe natewênimo
siruda welat dixwinim
kolonan dadigrim
bi rê ketiye ‘meşa azadiyê”
zindan min kiriye mala rûmetê
dibistana şorêşê
bûme diwarê qalind liser singa te
livirim
nobedarê dara gwizê me
tiwa li hewşê
nobedarê tenura dayka şêrinim
ez livirim hevirtirşim
di legena hevirê welat de
ez dipêjim hanê “Kurdayetiyê”
e saben min ji cemeda kurra
“Agrî”
di dilê mide dojeha sor
dema ez lidibim latê diguvêşim
ax hanê mine eger birçibim
lê disa livirim
ba rnakim her livirim
sûrha giranim liser singa te
ez bazim û helina mine
“Bagok” û “Herekol”
ez pêşmerge me ‘Egidim”
diwarê qalindim liser bedena te
Bipirse ji ‘Îskenderê Mezin”

ewê bêje te
çend dijware tîra min
ewê bêje te çiroka min
ev çiya carekê rabune
go hew bitewin
Sûrhim li ser singa te

livirim û bang dikim
biraye xwe li pişta xetê
li başur li barêş
were ba min kadestê xwe?
pişta teme “Sûrha Çin”
bawer meke gotinê “marê zer”
“rih dibê post, lê dijmin nabê
dost”
Paşayâ “Kor” mirê Rewandiz
mina Bedirxanê Botan
na gotin , bakur û başhur
dane ber xwe
ji Dersim. heta bi Mûsil, Kerkuk

Categories
Grup Munzur Koma Munzur Metin-Kemal Kahraman

Grup Munzur – Pia Şimê

asme vejîya
gonîa ma girina
çimê to roşt bo
some gula m’ some

guley, guley, gula mi
gula m’ je asma
guley guley gula mi
gula m’ zaranca

xatir bivazê
tifangê xo bicê
destê mi pêcê
şîme gula m’ şîme

düri ra dür
vengê domanê ma yeno
vengê çeynanê ma yeno
pêro pîa şîme no veyve welato

ay doğmuş,
kanım çekiliyor,
gözün aydın,
gidelim gülüm gidelim.

güllü, güllü, gülüm
güllü ay gibi,
güllü, güllü, gülüm
gülüm keklik gibi

Selam söyle
tüfeğini yanına al
elimi tut
gidelim gülüm, gidelim.

Uzaktan uzağa,
Çocuklarımın sesi geliyor,
Kızlarımın sesi geliyor,
Hep beraber gidelim bu memleket düğününe.

[yframe url=’http://www.youtube.com/watch?v=B0x9H2rq0o4′]

Categories
Siya Şevê

Siya Şevê – Na Nebêje

Na na nebêje min
bila tu ne bi evîn
bila tu ne bi hezîn
na na nebêje min

ne vê cara dawî be
ez ê miftekek ji pola
li deriyê dilê xwe b’xim
ez ê evînê qedexe bikim

Na na nebêje min
bila tu ne bi evîn
bila tu ne bi hezîn
na na nebêje min

bi kemîna evîna be
îro ez şehît ketim
serê dilketiyan sax be

Na na nebêje min
bila tu ne bi evîn

bila tu ne bi hezîn
na na nebêje min


Categories
Siya Şevê

Siya Şevê – Yasemîn

Lê ma bê, lê ma bê
Lé ma ji bo çi
Lê ma bê, lê ma bê
Lê ma ji bo kê

Tu dûr î, Tu dûr î
lê ma ji bo çi

Lê nebê şer, ez hatim ji nav şer
Xwîna li ser sitrana, anim ji ter
Ay yay ya (yasemin)
Nebê na
Ay yay ya
Nebê na

Ax nedûr ba
Ax nedûr ba
Ay yay ya ne digo na
Ay yay ya nebê na
Ay yay ya

Lê ma bê, lê ma bê

Lé ma ji bo çi
Lê ma bê, lê ma bê
Lê ma ji bo kê

Tu dûr î, Tu dûr î, Tu dûr î
Tu dûr î, Tu dûr î, Tu dûr î

Gotin mûzîk: Siya şevê

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Zînê

Hatî xewna min, gula min hez kir
Çav bi hêstir bû ji min gazin kir
Ev dilê min te çima birîn kir
Di şeva tarî ji cem min bar kir

Zînê, zanibî ez ne bêbext im
Zînê rewşa tu tê de serwext im
Zînê ez jî wekî te bidest im
Zînê bê tac û areywan û textim

Ew gula ku min av da bû bi jîn
Îro ketiye destê tev bi xwîn
Ketiye destê bêbext û derwîn
Şa dibe li ser lêvên hingivîn

Zînê, zanibî ez ne bêbext im
Zînê rewşa tu tê de serwext im
Zînê ez jî wekî te bidest im
Zînê bê tac û areywan û textim

Gulê zanibe tenê tu yar î
Soza me ba li wê kir yar î
Heger ez bimrim li gora tarî
Dîsa dibêjim Gulê tu yar î, Gulê tu yar î

Zînê, zanibî ez ne bêbext im
Zînê rewşa tu tê de serwext im
Zînê ez jî wekî te bidest im
Zînê bê tac û areywan û textim

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Esmer

Ne esmerî, tu ne gewrî, oy canê
Rengek delal li ser te ye, oy canê
Lê herdem tu li ser aya xwe yî, oy canê

Çend salê min li hêviya te me, oy canê
Ma ne bes e, ji sozê te re, oy canê
Madem dinya her mirin e, oy canê

Dikim nakim, te ji bîr nakim, oy canê
Ne bi destê min e, ji te hez dikim, oy canê
Ne gunehê min e, dil te divê, oy canê

Gotin : Ciwan Haco
Muzîk: Asik Daimi

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Gula Zer

Eman eman, eman eman esmer
Dev li ken, rû bi ken, were were gula zer

Ne şiyarî, ne razayî, were keça delal
Ne dijminî, ne hevalî, were were gula zer

Evîndar im, tim şiyar im, were keça delal
Hêvîdar im, ne bêçar im, were were gula zer

Cana minî, tu gula minî, were keça delal
Destê min bigre, tu yara minî, were were gula zer

Gotin: Dilber Haco
Muzîk: Ciwan Haco

https://www.youtube.com/watch?v=qT5DHTONFE8

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Hest

Ez pîr û kal bûm, ji van derdan
Ahîn û keser, min ji nav dil dan
Derdê dilê min, gelek girane
Jê re dibêjim, ev çi êş û jan e

Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyane

Lo lo hevalno, we sozek da min
Serê xwe hildin,werin li ba min
Derdê dilê min, gelek giran e
Jê re dibêjim, ev çi êş û jan e

Dibêjin em biran e, ferqa me li hev nîne
Ez jî dipirsim,çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim… bê zar bim
Dibêjin chima çekhilanîn, çima hêsir, ma qubleta me ne yek e?
Lê şêxên  me, zarokên pêxember.
û pîrên me mirîdên Laleşa nûranî bidarvedikin
Dibêjin ev hezar sal e em hevwelatiyên hev in
xwîna me li van tixûban têkilî hev bûye û rijiyaye
Em jî dibêjin lê ev heştê sal e tenê xwîna me dirije
Lê dîsa jî em li pey gotina hozanê xwe ne, Cigerxwîn ê dil bi hesret
Em hîn dibêjin “biratî” biratiya rasteqîni lê tu qebûl nakî
Em dibêjin “wekhevî”  lê tu qebûl nakî
Em hîn dibêjin “hevaltî” lê dîsa tu qebûl nakî
Ez heyîrîm, nizanim çî dî bêjim, çî dî bikim
We tu rê li pêşiya min nehişt xeynî hilkişînê
hilkişîna zinar û çiyayê bilind
Warê Egîdan… Welatê ku roja azadiyê lê hatiye der

Gotin: Dîlber Haco
Peywen dawî: Goran Haco

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Bûkê

De bînin, bînin bînin
De bînin, bînin bînin
Vê keçikê hûn jê re bînin
Vê qîzikê hûn jê re bînin
Dayê rabe hinê çê ke
Dayê rabe hinê çê ke
Li destê û lingê bûkê ke
Li destê û lingê zavê ke

Dayê tu dayka minî
Dayê tu dayka minî
Deşt û çiya di navkevin
Bi şev bi roj li bîra minî

De rabin hinê çê kin
De rabin hinê çê kin
Hespê bînin bûkê lê kin
Derenge wê bi rê kin

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Eman Dilo

Eman dilo eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Dil û kezeb tev bûn kulo
Yar bû kulo ez bûm bilbilo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo

Di ber min re bihurî û dimeşe
Yek li ber min kir wek şeş e
Li pêş min kir şeva reş e
Bûm wek brîndar û serxweş e
Dil û kezeb tev bûn kulo
Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo

Ji nav bexça meşî û bi rê ket
Por wek herîr li ber bê ket
Canê min ma û dilêm peyket
Dil wek tîr û kevan lê ket
Ji serêm çû hiş û aqilo

Eman eman eman dilo
Eman eman eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Rêya min dûr e

Rêya min dûr e
Hatime li rêka dûr e
Lê zeriyê ez westiyam
Awirê çavên te pir kûrin

Ma rast e tu dengê min nakî
Ma şerm e ku tu ba’kî
Evîna te ez kuştim
Da ji vê êşê tu min rakî

Ez bûme komek hestî
Tu ji Xwedê qet natirsî
Dîtina çavên te derman e
Tu li halê min napirsî

Gotin: Dîlber Haco

Muzîk: Neşet Ertaş

Categories
Ciwan Haco

Ciwan Haco – Emîna

Emîna Emîna
Nazdar û şêrîna
Bejna te rengîne
Rûyê te zêrîne
Îro tu ji min dûr ketiy yarê
Çavê min te nabîne

Binêre li vî alî
Meyzeke li vî halî
Min da te sozek ji dil
Nebê tu ne yarî
Rehmê li min bike yarê
Dîtina te şêrîne

Çarê li ser xwe hilîne
Çavê reş megirîne
Min ji te re sed car digot
Evîna te şêrîne
Were li cem min rûne yarê
Dilêm bi birîne

Gotin:Dîlber Haco

Categories
Delîla

Delîla – Zîlan

Bi çi rengê, bi çi rêkî
Gula bidin dest Zîlana min

Parêzvana roja min
Mizgîna bihara min

Zîlan, Zîlan, Zîlan, Zilan
Roniya reşka çavê min

Do ew zêrî bû
Îro ji bo me bû perî
Keç û kesa bihûrîn
Herdû biska ba bidin
Taca azadiyê bînin
Deynin serê Zîlana min

Zîlan, Zîlan, Zîlan, Zilan
Roniya reşka çavê min

Categories
Ümit Demir

Ümit Demir – Nebû

Nebû, nebû çi bikim nebû
Ev dilê min qet şa nebû

Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê min xera bû

Derdê mino lo, lo dîlê mino
Derdê mino lo, lo dîlê mino

Min xêr nedît ji evînê
Ji vê  jînê ji vê dinyayê

Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê min xera bû

Derdê mino lo, lo dîlê mino
Derdê mino lo, lo dîlê mino