Sibehê ez rûniştime
Li aşxaneya quncikê
Li ber dezge li bendê me
Ku mêrik qehweyê dagire
Û ew tenê heya nîvî dadigire
Û berî ez nîqaşê bikim
Di camê de li derve dinêre
Yek tê hundir
“Dîtina te hertim xweş e”
Dibêje ew mêrikê li paş dezgeyê
Ji jina ku hat hundir
Ew sîwanga xwe dihejîne
Ez li alîyê din dinêrim
Dema silav û maçkirinan
Hewl didim ku wan nebînim
Ji dewla wê ez şîr dadigirim
Min rahişt rojnameyê
Çîroka aktorekî heye
Ê ku wexta vedixwar mirîye
Ne yekî ku ez wî nas dikim
Û ez diçim pela rimelan
Tiştekî bikêf digerim
Dema ez hîs dikim ku kesek li min temaşe dike
Û ez serê xwe radikim
Jinek heye li derve
Li hundir dinêre, min dibîne?
Na, bi rastî jî ew min nabîne
Ji ber ku ew xuyanga xwe dibîne
Ez hewl didim ku bala xwe nedimê
Dawa xwe dikişkişîne
Û her ku ew goreyên xwe diedilîne
Porê we şil dibe
Ax, ev baran wê nesekine
Vê sibeha ku ez guhdar dikim
Nakosên dêrê
Ez dengê te difikirim
Û geşteke nîvê şevê ya zemanekî
Berî ku baran dest pê kiribû…
Û min qehweya xwe xilas kir
And it’s time to catch the train
Û wexta gihîşina trênê ye
Wergera ji îngîlîzî: ahûra