Sosin – Serok

Ey serok li ser dil
Me kolaye navê te
Em kirine dînê xwe
Awirek ji çavên te

Ew rewşa tu têda
Erd û ezman bêzare
Li ser mijara te
Netew û gel xembare

Li welatê rojê
Gul şînbûn ji tovê te
Rengînin herweke
Ziman û zaravên te

Bi bir û bawerî
Tev bûne şervanên te
Di şer û aştî de
Dişopînin gavên te

Gotin û muzik: g.heval baran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.