Şivan Perwer – Warê me ye

Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Pezê me, pezê me
Diçêriya li çiyayê me
Talan kirin, girtin birin
Agir berdan konê me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Zarokên me zarokên me
Ji bir nakin ew rewşa me
Perçiqandin jiyîna wan
Xwestin vemirin ocaxên me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Mêrgê me na mêrgê me na
Lê gul diçînin keçê me na
Jêdikirin gulyê wana
Ez j’bîrnakim zarîna wan
Warê me ye
Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Parve Bike

1 thought on “Şivan Perwer – Warê me ye

Bersivekê bike bo orhan Bersivê betalke

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.