sal hezar û heşt sed û pêncî û pênc (1855). li ser bûyerekê mezin ev helbest peyda bû, şîn hat. gelê me vê halbestê ji wê rojêde heta vê rojê jîyan tim dide. em vê gavê ji wera bixwînin.
mîro tê ji têlanê hakîmo tê ji têlanê
lo lo êzdînşêr beg torîno tê ji têlanê
qevda şûr girêda mergo ser qolanê
lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji têlanê
termê mîrê xerza maye ber baranê
lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji têlanê
mîro tê ji dihokê, hakimo tê ji dihokê
lo lo êzdînşêr beg torîno tê ji dihokê
qevda şûr girêda mîro ser kawokê
lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji dihokê
termê mîrê xerza maye ber teyrokê
lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji dihokê
mîro tê ji zokêyo, hakimo tê ji zokêyo
lo lo êzdînşêr beg torîno tê ji zokêyo
qevda şûr girêda torîno ser newkêyo
lo lo êzdînşêr beg hakimo tê ji zokêyo
termê mîrê xerza maye ber berfêyo
lo lo êzdînşêr beg hakîmo tê ji zokêyo