Di ser Komkujiya Roboskî re 540 roj derbas bûn. JI BÎR NEKE!!!

Şivan Perwer – Çavreşê Ruhayê







Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê we
Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min
Van keçan dil girtine wax zeriyê me
Van keçan dil girtine zeriyê me we
Tu delala Ruhayê

Ruha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min
Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey
Gul danîne nav dila wax zeriyê me
Gul danîne nav dila zeriyê me wey
Hûn çavreşên Ruhayê

Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me
Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey
Hûn delalên Ruhayê

Wek bulbulan dengxweş in zeriyê me
Wek bulbulan dengxweş in wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kî dil dide serxweş in zeriyê me wey
Hûn delalên Ruhayê

Dikim nakim nêrayê zerya min
Dikim nakim nêrayê wax zerya min
Pê re ketim belayê wax zeriya min
Pê re ketim belayê zeriya min wey
Tu çavreşa Ruhayê

Ruha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min
Ruha bê te li min nayê lê zeriya min
Bê te sebra min nayê wax zeriya min
Bê te xewka min nayê zeriya min wey
Tu delala Ruhayê


Vîdyoyên Stranê

Loading...
Related Video Search

Şîrove Bike

E-peyama te nayê weşandin.

*

You may use these HTML tags and attributes: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>