Sîmir Rûdan – Zarokatiya Wê

Were min delalê
Tu çima destê xwe
Direvîni ji destê min
Qey min çi ji te kiriye?
Qey min ji te gelek hez kiriye?

Bêje min xezalê derdê xwe
Tu caran neşikîne ji min çavên xwe
Qey min çi ji te kiriye?
Qey min ji te gelek hez kiriye?

Bêjim te
Rojekê yekê bêriya xwe kiribû
Ew jî wekî te ketibû pey dilê xwe
Ji bajarekî çûbû bajarekî din hey çûbû
Lê ya bela xwe jê venedikir zarokatiya wê bû

Bedewekê bêriya xwe kiribû
Ji ber vê yekê ew jî ketibû bi pey dilê xwe
Ji bajarekî çûbû bajarekî din hey çûbû
Lê ya bela xwe jê venedikir tev zarokatiya wê bû
Ya bela xwe jê venedikir zarokatiya wê bû

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.