Şibliyê Çaçan – Şerê Remaqulîya

De vê keko, şerekê qewimiye Remequliyanê wêran e,
Lo bavo, qalekê qewimiye Remequliyanê wêran e,
Eskerê wê roma reşê wê giran e,
Êvara Xwedê da dora qeleçiya Şêx Simo kekê Alim da girtine lo çar aliyan e,
Şekirê ecem, Reşîtê Sadiq kirin gazî,
De go Hizniyê Hacî em ê bextê te dane,
De rabe cawabekê bide Cangîr axa, de bira nesekine hewara me ware,
De ferman e, ferman e, ferman e,
De divê sala hezar nehsed çardan e,
Erefê meydanê şer xwaş kiriye Şêx Simo şêxê êzdiyan e,
Xwadê zane kekê Alim timê mêrê heyfan e.
De vê keko şerekê qewimiye Remequliyanê wêran wê hember e,
Lo bavo qalekê qewimiye Remequliyanî wêran wê hember e,
Eskerê wê roma reş wê giran e,
Êvara Xwedê da dora Qeleçiya Şêx Simo kekê a da girtine lo hesebaderê,
De divê erefê meydanê bona xîret namûsê hatiye kuştin,
Îboyê Ozmîn şêrê min î lo dêm te mil e,
De berdê berdê siyarê Dûma de tu berdê,
Ê de heyfa Îboyê Ozmîn hê li erdê.
De vê keko, şerekê qewimiye Remequliyanê wêran kubara sibê,
Lo bavo, qalekê qewimiye Remequliyanê wêran kubara sibê,
Eskerê wê roma reşê wê giran e,
Êvara Xwedê da dora qeleçiya Şêx Simo kekê Hîvda girtine hesabê teyra teyrokê,
Şekirê ecem, wê bi Reşîtê Sadiq hewariyê didine komê,
De go Şêx Simo teyê mêrane xayîntiya vana kê roj e,
Ne te digo ez ê şaşa kim nîşana çevê kewê,
De ferman e, ferman e, ferman e,
De sala hezar nehsed çardan e,
Erefê meydanê şer xwaş kiriye Şêx Simo şêxê êzdiyan e,
Xwadê zane kekê Alim timê mêrê heyfan e.
De bê keko emê Remequliyana wêran dinêrin giya hêşîn e,
De lê bavo em ê Remequliyana wêran dinêrin giya hêşîn e,
Eskerê wê Roma reşê wê giran e,
Êvara Xwedê da ser Qeleçiya..

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.