Şibliyê Çaçan – Eyda Newroz

Li vê eydê ezîz Newroz,
Kaw kubarî qotikên koloz,
Bila vekin şemdan vêxin,
Saz û tembûr bi eşq lêxin
Bikin şayî, bigrin govend,
Dijmina ra kurd nayên deng,
Alem dinya pê da zane,
Teva kurda zêrzemîn e.
Li vê eydê ezîz Newroz,
Kaw kubarî qotikên koloz,
Bila vekin şemdan vêxin,
Saz û tembûr bi eşq lêxin
Şehîdê me roja Newroz,
Hemêz kirine azaya roz,
Ji steyra bext ax ne geş e,
Kurdistan ne hezinê reş e.
Li vê eydê ezîz Newroz,
Kaw kubarî qotikên koloz,
Bila vekin şemdan vêxin,
Saz û tembûr bi eşq lêxin.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.