Şeroyê Biro – Hekîmo

Werî bê hekîmo, hekîm Xwedê mêrî bi Xwedê dihebînî,
Bese tê ser mi ra bikî nazî, hê hê hê, bikî nazî,
De tu were melhemekê çêke birînê birîndarê mala bavê mi ra,
Ji dûvê helika, donî zeytê, koka darê vê mircanê,
A de hekîmo bextê te da me, de na wele şîrê teyrê bazî.
Eşqerê divê şîrê teyrê bazî,
Ez ê pêşkêşî hekîmê xwe kim mal û halê dinyalikê, zêrê serê van pîreka ax,
Herkê begem nekir ber destê Xwedê û pêxember,
Ez ê pêşkêşî hekîmê xwe bikim birçê zer memikê çardesalî,
Evdal im, Evdal im, Evdal im, Evdal im, Evdal im, nemînim, nemînim,
Hekîmo bextê te da me, birînê birîndarê mala bavê mi xedar in neêşîne.
Werî bê hekîmo, herkê dînê xwe dihebînî,
Qutiya dû dermana ji wî alî hildî bêy vî alî, de yaê, yaê, yaê bê vî alî,
De tu were melhemekê çêke birînê birîndarê mala bavê mi ra,
Ji dûvê helika, ji donî zeytê, koka darê vê mircanê,
A bextê te da me weşqerê bivê şîrê teyrê bazî.
Weşqerê mi lê şîrê teyrê bazî,
Ez ê peşkêşî hekîmê xwe kim mal û halê dinyalikê zêrê serê van pîreka,
Herge begem nekir wan qirabe bûna xatirê birîndarê mala bavê xwe,
Pêşkêşî hekîmê xwe bikim birçê zer memikê çardesalî,
Evda lim, Evdal im, Evdal im, Evdal im, Evdal im, Evdal im, nemînim,
Hekîmo bextê te da me, birînê birîndarê mala bavê mi xedar in neêşîne.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.