Rodî – Bes e

Xebera reş zû bihîstin
Hatin deriyê min xistin
Ez jî wek wan tirsiyam
Agir mala min xistin

Ezraîl hat canê te
Te bi wîra rêxistin

Bes e dilê min bes e
Bela serê min bes e
Tu çi dibêji bejê
Rast e dilê min rast e

Tabutekî ji text e
Çûyinekî bêwext e
Rakirin ser milê xwe
Qeder çiqa bêbext e

Te kirin nav axa sar
Her tişt sexte ye sexte

Fotoğrafê min û te
Li diwarê bêdeng e
Bi dû koçkirina te
Xanî li min pir teng e

Xwazî tu li ba min bana
Jiyan bê te bêreng e

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.