Rêzan Rezdar – Şewata te

Yare çima çuyi ji vir
Dil û ciger bi xwe re bir
Kirim te ez komek agir
Şewitandim şewitandim

çavên belek biryên qelem
Kir dilê min êş û elem
Tu Asli yi ez bum Kerem
Şewitandim şewitandim

Pir zor e derdê evinê
Te ez xistim nav nivinê
Deste xwe mede birînê
Şewitandim şewitandim
Tira eşqê te li min da
Ji dinyayê min dest berda
Dilxem te kir kaniya derda
Şewitandim şewitandim
Text u Müzik: Dilxem Çewligî

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.