Rewşan Çeliker – Wisa Dixwazim

Wisa dixwazim, wisa dixwazim
Ji yekî re bêjim, ‘qurbana te bim’

Wisa dixwazim, bi kubreke nazik
Ji xasxanimeke xilfîn re vebim

Dilê min gula biharê ya nû
Teze vedibe, teze dide der

Berfa kaltiyê ya bêrehm e bê rûh
A wiha bê heyam, hat û danî ser

Wisa dixwazim, wisa dixwazim
Ji yekî re bêjim, ‘qurbana te bim’

Gotin/Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Muzîk: Dr. Ahmet Kaya

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.