Rewşan Çeliker – Diçim Diçim

Diçim diçim nema têm
Heyîrim çi bibêm
Êdî tiştkî nema kêm

Diçim li vir namînim
Bes e derda hilînim
Fenn ji te re bişînim

Ez aşiqê çavên te
Memnûn im ji bavê te
Lê awirê diya te

Tu wer carek mala min
Ku şa bibe dilê min
Ew ê çi be halê min

Ax û of bê feyde ye
Bi dilê min û te ye
Herê xelqê çi ji me ye

Gotin/Helbest: Dîkran Melikyan
Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.