Reşîdê Memilî – De Yo Yo

De yo yo yo yo yo yo yo yo yo,
Wey lo keko minê sondekê xwariye bi Quranê vê bazinê,
Wezê ranabim lingê navême di xwe rûyê dinê,
Qayil nabim qamqanûnê wan zebûna yo yo de yo yo yo yo.
De yo yo yo, bira mala Mûsa wa Xeco ne xana li Xwedê be,
Wê sibê ça milê Mûsa begê xweyî kim,
Kelekê kilê çevê têlî Temû canikê,
Wele pêra ji kaniyê gula ji kaniyê li mi girtiye yo yo,
De yo yo girtiye dîlê davêje para xwe da,
Para xwe da daye rûbarê li bera ye,
De rabin binêrin ecebê giran serdî tune ye yo yo,
De yo yo yo yo, şêrê mêrê mala bavê mino yo yo.
De yo yo, hey lo mîro serê min dêşê,
Dilê minê pê de pê dea wa pê de,
Wezê jorê dinêrim erd ezmanî şîn e,
Jêrê dinêrim ber dengizê golê miratê bêbinî ne,
De bira mala Mûsa wa Xeco ne xana li Xwedê be,
Wê sibê ça milê Mûsa begê xweyîkin,
Kelekê kilê çavê têlî temûşa,
Wele pêra ji kaniyê gula lo ji kalibê girtiye,
Heger diya ledîla xwe avêtiye para xwe da bêxweyê,
Para xwe da ber û barê li bera ye,
Hela binêrin ecebê di giran e,
Bûne sertilî tu nîn e yo yo,
De yo yo yo yo, şêrê mêrê mala bavê min î yo yo.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.