Reşîdê Emo – Seva Haco

Lo sed car çîm e, wezê sewdaserî lo botanî me,
Were derdê dila wez mirî me,
Were dilo dilo lo te çi ji min e, oy oy ax,
Were gola çîm e çîm e lo sed car çîm e,
Were dayê çîm e çîm e lo sed car çîm e.
Minê xewnekê dîtiye lo di xewnê ye,
Me dî Sêva Haco me yekêra, gustîl kir tiliya
Ser da mîna tisilmatê lê tev guheriye,
Were dilo dilo xewsê delalê.
Wele go lo xewna te diye, lo mi jî diye,
Wele holî feyla hoke lo lo te biriye,
Wele destê xalê Kemal de bû lempa feyla lale,
Wele horî û perî cem te yek e,
Were dilo dilo lo te çi ji min e.
Lê lê çîm e çîm e, lo sed car çîm e,
Wez ê vê sibê lê ne birçî me lo, le wê qe ne tî me,
Wezê bextê we Xwedê da ketime,
Gelo Sêva Haco kîjan e,
Bira vê sibê tasa ava sarê mi ra bîne ax,
Were go kuro dûrî mi here, dûrî mi here,
Sêva Haco serê siba rengîn xwe rûniştiye,
Çima xwe neçûne qe na başîya lê bavê te ne, ax
Were dilo dilo lo te çi ji min e.
Were go çîm e çîm e, lo sed car çîm e,
Wele wezê sewdaserî lo gotalî me,
De wê derdê dila lo wez mirî me û ax.
De gelî qîz û bûka, wezê bextê we û Xwedê da me,
Gelo Sêva Haco kîjan e,
Gelo vê sibê tasa ava sarê mi ra bîne, ax.
Wele go kuro mest e, mest e, lo sed car mest e,
De tu here konê mala bavê mi lo bike qest e,
Wezê destê rastê avê bidime te da,
Destê çepê te ra bixim lê kemberbest e,
Wele dilo, dilo xewsê delalî.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.