Reşîdê Baso – Xezalê

Xezal, xezal, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê,
Xezalê ne mi go serê Çiyayê Şengalê wê bi dar e,
De vê sibê wezê bala xwe didimê berf û baran tev dibare,
A de divê minê xezal hunda kiriye, xezala mi bûye nêçîra Elo Memet Paşangî kal e,
A de lê lê xezalê lê wayê.
A de divê minê xezal hunda kiriye, xezala mi bûye nêçîra Elo Memet Paşangî
kal e, hayê,
De wez ê bêjim Elo Memet Paşa wê mi bi te ye, ê te bi Xwedê ye,
De vê sibê xezala mi berde bira xezal paşda bê,
Wezê divêm heyfa mi nay hundakirina xezalê ye,
De heyfa mi tê li wê heyfê ye a de divê cotê karê xezalê mal da mane,
De bê mal zarezar e, xezalê lê wayê.
A xezalê lê wayê, a koçerê, koçera serê çiyayê,
Ez ê dikim nakim bê te sebra mi nayê,
Cotê karê xezalê digirîn divên kanê li me dayê.
Xezal, xezal, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê,
Xezalê ne mi go, serê Çiyayê Şengalê dûman e wê bi mij e,
De bivê vê sibê teyran û tuya tê da gujeguj e,
A de min ê vê sibê xezal hunda kiriye,
Xezala min bûye nêçîra Elo Memet Paşayê mêrkuj e,
A de divê heyfa mi nayê hundakirina xezalê,
De heyfa min tê wê heyfê, a de divê cotê karê xezalê de mal da mane,
Wê bi şîrmij e wayê.
A xezalê lê wayê, koçerê, koçera serê çiyayê,
Ez ê dikim nakim kavilê gunda da bê te sebra mi nayê, hayê wê.
Xezal, xezal Çiyangê Şengalê dilê mi ra wê bi strî,
A de mi go vê sibê cerda Eloyê Memet Paşa ra ketiye,
Elo Memet Paşangê rû bi xurî,
De wez ê bêjim Elo Memet Paşa xezala mi berde, bira xezal paşda bê,
A le heyfa mi nayê hundakirina xezalê,
De cotê karê xezalê mal da mane, bê made wê digirî wayê.
A xezalê lê wayê, koçerê, koçera serê çiyayê,
Ez ê dikim nakim bê te sebra mi nayê,
De cotê karê xezalê biçûk in mal da maye,
A digrîn divên kanê li me dayê, hayê, hayê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.