Reşîdê Baso – Sê Zerî

Lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê,
Lê lê dînê hê, hê sibe ye dilê min kubarê,
Lê lê dînê sibe ye dilê min kubarê,
Vê sibê sê zerî rabûne ser serê vê minarê,
Lê lê wey lê, kirine gazî û hewar û hember e,
Sê zerî, sê naze û sê nazenîn,
Sê çevbelek, sê qesra teko teko hatine der e,
Wey lê, wey lê, wey lê.
Lê lê wey lê, sê zerî hatine ber e,
Sê teyra teko teko ser serê her sê zeriya ra kir sîper e wey lê,
Lê lê wey lê, gundî cînarno ez ê salixê her sê teyra we ra bidim,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê.
De divê yek teyrê wal e, yek teyrê bazî ye, yek teyrê qereseqer e, wey lê wey lê,
Were gundîno cînarno, wez ê bextê we da me,
Wez ê vê sibê salixê her sê zeriya bidim, wey lê wey lê,
De divê zeriya pêşîn yeke bejnzirav e, çavbelek e sîmesor e, dêmê gulî, wey lê,
A de divê pereke spî ne, notlanî perekê belqîza yê,
Ez ê hawar dikim hawar nayê, gazî dikim gazî nayê, wey lê,
De wez ê dikim nakim qîza vî teresî mi ra nayê wira,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê.
Lê lê wey lê, zeriya ortê yeke bejnê ra nîvçe ye, sorespî ye, çîneqerqaş e, bejn-
zirav e, çevbelek e wey lê, wey lê,
A de divê gulî dirêj e, notlanî guliyê Zîn xatûnê,
Cizîra Bota Memê Alan sibê heya êvarê xwe ra bide bin eba ye, wey lê, wey lê,
Were wey lê, gundî cînarno, wez ê bextê we da me,
Zeriya paşîn wisan e bejn û bala qîza vî teresî notlanî bejn û bala qîza Silêman
pêxember e,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê merezê wey lê.
Were wey lê, Rostemî Zal Hemzeyê palewan çi cotpalewanê navê navdara,
Îsal heft sal e orta wan da wan de heft beran e,
Derdê dila ser girtine şer û ceng û qal û şere yeman,
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê merezê lê lê wey lê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.