Reşîdê Baso – Peyayo

O peya ho peya o peya ho peya ho peya ho peya,
De mi go Mêrga Silo, Kaniya Beko wê bi mij e,
De kala Silo, wêrana Beko wê bi mij e,
De divê peyakî tenê serî meydanê sekiniye,
Vê sibê serî meydanê kire gazî,
De gele siyarî dawetê bûk dergistiya min e,
Îsal heft salê min e ez hêsîr im,
De bûkê ji we bistînim yarê jî ser da ha bikujim.
Nayê lo lo lo peyayo ha peyayo ha peyayo,
Mêrga Silo, Kaniya Beko giya ye, giyakî hêşîn e,
De kavila Beko, wêrana Beko dilê mi ra giya ye, giyakî hêşîn e,
De divê derî zemana kê diye kê bînaye,
Peyakî te kî tenê serê meydanê
Bûkeke rûbixêlî nav destî yara distîne.
Dare peya, peya ha peya ha peya ha peya,
Mêrga Silo, Kaniya Beko wê bi kelem e,
Hey lo peya ne, mi go kavilê gundê me kelem e,
De divê dozde siyarê dawetê li mal siyar bûne,
Çima vê sibê de divê bûka rûbixêlî ber bedêla xêliya serê xwe davêje,
Divê de siyarê peyayê tek î tenê û,
De wez ê vê sibê dergistiya te bim.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.