Reşîdê Baso – Mîrê Çîya

Hey lo mîro, Geliyê Karkanê lê lo lo lo wê bi sûs e,
Axa qurba, Geliyê Karkanê lê lo lo lo wey bi sûs e,
A de divê tivinga destê milê lawê Emer axa,
Zavê teze qizil çama Romê ye, dêz da serî meydanê lo lo diçirise,
A de kulê tê bikevî mala Roma qelp e e,
Gulekî berî bedena mîr milavê Emer Axa, zavê teze dane,
Roma reşe rûtik ra hev nav e, lo her namûs e, lo her namûs e,
A de were, were mîrê çiyayê dijminê qanûn zagonê van romiya, neyarê fîne-
sora wa efendiya na,
Were qesasê serê lê lê van romiya.
Wey lo mîro, Geliyê Karkanê hê hê hê hê lo lo devê patê,
A de divê Cevdet Paşa sê tabûr eskerê Roma reş ra lo lo jêla hatin,
Were kulê tê bikevî mala roma qelp e qaymehurrêt(?) hatiye,
Gulekî berî bedena mîr milavê Emer Axa zavê teze dane, çima,
Cinyazê vî maqûlî dayîne wana xirabe deriyê kaniya lo hikûmatê, lo hikûmatê,
A de were, were mîrê çiyayê dijminê qanûn zagonê van romiya, neyarê fîne-
sora wa efendiyana,
Wele rojê oxirmê giran qesasê serê lo van romiyan.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.