Reşîdê Baso – Lo Şivano

A de lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo şivano,
A de lo lo lo lo lo şivano teyê mila kodevano, teyê niga çarixano,
Teyî serî papaxa papaxê pûrta li berxano,
A de lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo şivano,
Teyê vê sibê çiqasî wa li pîs î,
Tê devê lêva şivêtê qalikê kûsî,
Tê vê sibê nikarî ser pira Batmanê çi carî nefsa canê xwe ra lo lê ramûsî.
A de lo lê lê lê lê keçê kulmalê,
Wezê ne li pîs im, wezê notlanî şemdanekê nava bax û baxçê mala bavê te da
way li diteyîsim,
De Xwedê mêra eyan e, wez ê vê sibê zora şûrê xwe orta her du çevê lê lê lê lê
lê lê lê lê li te ramûsim.
A de lo lo lo lo lo lo şivano kulmal,
Ne mi go teyê vê sibê çi kir, çima yeke li neçê kir,
De divê wez Gulê me qîza Zor Temir im,
Delaliya konê hesûnê, xwişka heft bira me,
Teyê çima anî ser pira Batmanê, paxir lo beramberî zêr kir.
A de lê lê lê lê keçê kulmalê,
Hayê li min hayê, hayê li min hayê,
De kula Şamê yeke Helebê, mala bavê te da li dayê,
Hergê tu rastiyê dipirsî, wez Hiso me, Hisongê Silêmîn im,
Xweyê şûrê şîn im, xwedanê dozde kerî me,
Were divê Xwedê mêra va eyan e,
Zêr û zîvê mala bavê te teva pê daye,
Beramberî paxirê cêva lo mi dernaye.
A de lê lo lo lo lo lo lo lo lo
Heso, mi go xeberê te çima wisan in,
De notlanî durekê meriv xwe ra bigre bavê binê lo li kîsan e,
Heso kulmal, tê herî nava heval û hogirê xwe da te peyê xwe bavêjî tê bêjî
minê, de Meya qîza Zor Temir Axa çima vê sibê zora du sê kilama wiha ramûsaye.
A de lê lê lê lê lê lê lê lê lê Meyayê ha Meyayê,
Sê cara, çar cara serê xelîfe, xelîfê vê Bexdayê,
Tu carî tu car ew xebera devê mi ra dernayê lo mi dernayê.
A de lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo Heso qurban,
De wextê wisan e bira îşev şev bê şevşevî bûya,
De bira halê dilê min evdala Xwedê ra,
Guhêra pezê te şilîbe,
De bira sî û bengê sing û berê min te ra lihêf doşekê qutnî bûya,
De bira serê zer memikê min nefsa canê te re heta sibê ye,
Şeve şevê payîzê roje rojê bor, heyrano lo şevbêrî bûya.
A de lo lo lo lo lo lo lo lo Heso qurban,
Pezê Hesongê mi girtî ye cîkî dêm e,
Heso qurban, de mi go rabe vê sibê delavê qiranê pêz vegerîne ser delêv e,
De Heso heyrano, wez ê xelqê ra vê sibê beramberî van zêrê zer zêde me,
Ezê Hesongê xwe ra, ser pira Batmanê bê pol e, bê pere me heyrano,
Lo serê mi gorî, bejna mi qurbano.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.