Reşîdê Baso – Lo Bavo

Wey lo bavo, lo bavo, lo bavo, lo bavo, lo bavo,
Bavo sira reza dilê mi ra wê pelex e,
Lê lê sira rezar dilê mi ra wê pelex e,
De çawa kesekê xwedanê xêra tu nîn e,
Caveke ne bixêrî Hacî Mihemed kirîvê mala bavê mi mehrûmê Xwedê teyrê
xwînê ra daxe,
Bê Hacî Mihemed Xwedê mala te xera bike,
Tivinga destê Kekê Bêbo siyarê Şevikê şevgêrî, şevê dizê têcira,
De wayê şik e erafê meydanê tivinga xwe daniye, çima gule teqandiye,
A tiving hemiliye fişenga xwe dernaxe,
Lo bavo, lo bavo, lo bavo, lo bavo, lo bavo, nemînim, nemînim oy,
Wey lo bavo nemînim, nemînim, nemînim,
Wezê rojê oxirmê giran mêrê kotî ber çevê lê lo xwe nevînim.
Were lo bavo, lo bavo, lo bavo, lo bavo,
Sira reza dilê mi ra li viyalî,
Hey lê lê dayê, sira reza dilê mi ra li viyalî,
De bira roja ne xana li Xwedê be,
Wexta Hesenê Keçel mala bavê mi mahrûma Xwedê da bû mêvanî,
De wextaHesenê Keçel mala bavê mi da bû mêvanî,
Mi nizanibû Hesenê apê mi mêrekê mêra kotîtir e,
Mi nizanibû wekê wek jinek wey li minê, destê xwe ber xwera anî,
Lo bavo, lo bavo, lo bavo, lo bavo, lê la dayê.
Û lê lo bavo, lo wa sira reza dilê mi ra wê dirêj e,
Kala reza dilê mi ra wê dirêj e,
De kesekê xwedanî xêra tu nîn e,
Kilamekê ser birîndarê mala bavê mi da bêje,
De bêje Hacî Mihemed Xwedê mala te xera ke,
Tivinga destê Kekê Bêbo wa bi şik e,
Erafê meydanê çima tivinga xwe daniye gule teqande,
Tiving hemiliye fişenga xwe narêje lo bavo,
Nemînim, nemînim, nemînim, nemînim,
Wezê rojê oxirmê giran mêrê kotî ber çevê xwe lê lê nevînim.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.