Reşîdê Baso – Bavê Ûsiv Begê

Axa qurban malê me danîne li zozanê Eslaniya xopan devê lê lê lê lê lê lê lê lê
lê, belekiya,
Wey lo mîro şêniyê me danîne zozanê Eslaniya xopan devê, lê lê lê lê lê lê lê lê
lê, belekiya,
A de divê Xezal xanimê, korê nemayê rabe, vê sibê,
Temaşe ke qeyd û zincîrê lê lê lê lê lê van girtiya,
A de divê feleka Bavê Ûsiv siyarê Gewro felekeke pir giran e,
Vê êvarê nava hezar hefsid malê Hesiniya da lê lê lê lê wergeriya,
A de nabe, nabe, de nabe, wezîro de nabe, de nabe,
De divê êla Hesiniya giran e bê te nabe,
Soz zeman xerab e, Ûsiv zar e, pê hilnabe.
Axa qurban malê me danîne li zozanê Eslaniya xopan devê lê lê lê lê devî golê,
Wey lo mîro şeniyê me danîne li zozanê Eslaniya xopan devê lê lê lê lê devî golê,
Wey lo mîro, vê sibê mîratê Gewra devê kan ketiye hêêê Mistekalê,
Xwezila xêra Xwedê mîrê miraza ra divê caveke xêrê me re bata bigotana,
A de bira bigotana Bavê Ûsiv siyarê Gewra nexweşê nivînê,
Ne girtî ye, bira girtiya bir û berê wî bidana kambaxa vê Stenbolê.
A de were nabe de nabe, wezîro de nabe de nabe,
De divê êla Hesiniya giran e bê te nabe,
Soz zeman xerab e, Ûsiv zar e, pê hilnabe.
Axa qurban malê me danîne li zozanê Eslaniya xopan lê lê lê lê lê li vî çiyayî,
Wey lo mîro ser da girtiye ewrê lê lê lê lê lê nabe sayî,
Gelo kengê mizgînîke xêrê bata bigotana Bavê Ûsiv siyarê Gewro
Rabûye nava koma, a bira pismama digere lê lê xêr û şayî,
A de nabe de nabe, wezîro de nabe de nabe,
De divê êla Hesiniya giran e bê te nabe,
Ûsiv zar e, soz zeman xerab e, pê hilnabe.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.