Diyar – Dîdem Yar

Fîncana dested yaqutê aman aman
Nemawim sutawim cêrgim bot sutê
Henasam her wek barute aman aman
Eman yar dîdem yar bo çi’m de kujî
Demkujî le ber çî bo xwîn in dem ji

Fîncana dested elmase aman aman
Sutawim birjawim be eşq û tase
Dildarî xotim bim nase aman aman
Eman yar dîdem yar bo çi’m de kujî
Demkujî le ber çî bo xwîn in dem ji

Gotin û Muzik: Gelêrî
Çavkanî : Nasir Rezazî

Diyar – Deriko

Deriko avê avê û avê derîko can
Derîko avê avê û avê erukê can

Ser çêkirî çar delave derîko can
Min ji yarê ra şand silavê erukê can

Derîko bimêş bimêş bimêş derîko can
Işlîgê sipî terligê dû neqş erukê can

Mêrikê te mir canê min xweş derîko can
Mêrikê te mir canê min xweş erukê can

Deriko nabe nabe nabe deriko can
Dil ketiye rê lê nabe erukê can

Ji min ditirse deng bela be deriko can
Ji min ditirse deng bela be erukê can

Gotin û Muzik: Gelêrî

Şêrzat – Tu Çuyî

Li ser behra evîna te keştiyeke bêwar im

Li ser şaxa dilê te bilbilekî bêzar im

Bi hesreta xwençelêvan bi şevan ez kûr dinalim

Gêj û serxweş li nav stêran, li xeyalên te digerim

 

Tu çûyî qet nehatî, ez li vir mam bê te

Li benda te mam sal û zeman, çavên min li rêya te

Ax evîna min, karxezala min

Dil çilmisî bû penaber li pey demsala kenên te

 

Çok qerimîn, qudûm şikest li ser rêya evîna te

Tu sorgula baxçê ronahiyê, ji ber çavên min winda bûyî yar

Şevreşkên har, erjeng û sar, dil li min kirin kovan û jar

Tu çûyî qet nehatî, ez li vir mam bê te

 

Li benda te mam sal û zeman, çavên min li rêya te

Ax evîna min, karxezala min

 

Gotin: İbrahim YILDIZ, Şêrzat

Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Hunermend

Ez hunermend im her dilbixwîn im

Tembûr li destê min bideng û awaz im

Lêgerîna heq, rastiya jiyan im

Di deryaya jînê de hêviya gelan im

 

Evîna rast bi jiyana azad

Armanca me ye welatekî dilşad

Tîrêjên rojê tên ji dilê esman

Geş dike asoya gelên bindestan

 

Ez dengê Serhed, jana Hewlêr im

Bi qîrîna Hogir pêtek ji agir im

Hêviya Mizgîn, cenga Sefkan im

Qîrîna dengê gelên azad im

 

Pêşengên çanda gelê Kurdistan

Şopdarê we me her wext û deman

Keda dilê we, va li ber çavan

Jîn dide baxê gul û simbilan

 

Gotin û Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Şivanê Min

Hat şivanê min kal a

Berê berê ber avê

Hat şivanê min kal a

Min dîtibû mişarê li ber avê

 

Tê jiyana min xewnê

Delîl delîl xanê

 

Şarikê li ba bikim, li ba bikim ba bikim

Birêsim porê xwe, xalxala bi şaran bikim

Guliyan li ser eniyê şor bikim

Rîişiyên li kamaxan li ba bikim

 

Herê lo lo lo lo herê lê lê lê, tê min dengê bilûran

Herê lê lê lê herê lê bûm şivanê roj û şevan

 

Li nav teht û zinaran bûm nêçîrvanê xezalan

Rojka min wa çû ava, bûm şevderê çavên belek

Xurîn ketiye guhanan

Kar hatine ser delavan, kar hatine ser delavan

***

Hat şivanê bêlana

Berê berê ber avê

Hat şivanê bêlana

Min dîtibû mişarê li ber avê

 

Tê jiyana min xewnê

Delîl delîl xanê

 

Cotê keziyan bihûnim, ez ê bihûnim, ez ê bihûnim

Rûkê xwe sor bikim wek hinarê dehla jêrîn

Bejn û bala xwe bixemlînim

Li hêviya lawikê xwe bimînim

 

Herê lo lo lo lo herê lê lê lê, tê min dengê bilûran

Herê lê lê lê lê herê lê, bûm şivanê roj û şevan

 

Çavên min li rêka te ma kar veweşiyan qelaça

Şevka min wa dîsa hat dilkê reben kul neke

Bêramûsanên hinarî

Min bi van çolan ve rê neke,min bi van çolan ve rê neke

Berhevkar: Marûf ALAN, Şêrzat

Muzîk: Gelêrî

Şêrzat – Can Diçe

Di ewrên çavên min de peşkek baranî

Hûr dibarî, kûr dinalî, dilbirîndar im

Li wargeha evîna te bêcih û war im

Dûr mam ji xeyalên te, bê te can didim

 

Dem bi dem ez lal dibim ji ber eşqa te

Car dikuje, car jîn dide ew awirên te

Can diçe, can diçe, neçe yar yar

Can diçe, can diçe, were yar yar

 

Çar demsal ji evîna te li nav agir im

Şev û rojê’m diçin bê te bêzar û lal im

Ji kerba wan çavên belek kûr kûr dinalim

Di nava êş û janê de va ye ez can didim

 

Dem bi dem ez lal dibim ji ber eşqa te

Car dikuje, car jîn dide ew awirên te

Can diçe, can diçe, neçe yar yar

Can diçe, can diçe, were yar yar

 

Gotin û Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Te Dixwazim

Va ye ez hatim te ji te dixwazim

Bêgilî û gazinc tu bêy dilşad im

Li benda te mam bi meh û salan

Her wext û deman bi her çar demsalan

 

Bi te re jîn xweş e

Bievîn û geş e

Roja tu werî

Newroz û cejn e

 

Dildar û bengîn e dilê min ê zar

Dişewite can di nav pêt û ar

Cirma eşqa te ger bibe sêdar

Bêtirs û guman ez didim ser û can

 

Navê te jîn e

Wargeha evîn e

Bê te ez dinalim

Dilbiaxîn e

 

Gotin: Şêrzat

Muzîk: Omer Tuğrul, Şêrzat

Şêrzat – Çiya Anî Deştê Kir

Ji rengê dîlbera horî

Gul û reyhan li min peyda

Zerîfa şeng niha borî

Şeveq dabû di rewzê da

 

Şeveq da erd û esmanî

Li min dîlber tu astan î

Dixwim sondê bi subhanî

Zûleyxa bû di Misrê da

 

Minawer bû di nav nûrê

Kemer dabû li ser sûrê

Ji rengê dîlbera horê

Dilê min tîrekê lê da

 

Li min da tîrekî dijwar

Serê tîrê di dil çû xwar

Dema ku ez dikim hawar

Wekî Mecnûn di deştê da

 

Wekî Mecnûn dimînim ez

Fena bilbil dixwînim ez

Heta kengê bimînim ez

Di heps û di zindanê da

 

Di heps û hem di zindanê

Wekî Yûsif li Kenanê

Gelo ya rep dîlber kanê?

Neçar mame di vê rê da

 

Helbest: Feqiyê Teyran

Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Hêvî

Bi xeyala xunavek av

Xwe geşnake rengê gulan

Janek giran li nav baxan

Ji hicrana dengê bilbilan

 

Çemê bi heybet jar û xemgîn

Pêl nade ji şerman

Xerîp maye mirovahî

Ji warê dilan

 

Zulfên reş berda li ber bayê

Li ser bedena birca Mîran

Hêviya dilê Karxezalan

Bû xof ket nav Nêçirvanan

 

Ker û lal bû hemû Cîhan

Nabîne evîn

Jîn û hêvî gul geşdike

Mîna Mem û Zîn

 

Gotin û Müzik: Şêrzat

Şêrzat – Dayika Min

Dîroka kevnar berhema te ye

Hilberîn û jîn tev karê te ye

Azadî yekser bi navê te ye

Bê te ez neçar im, ax dayika min

Bê te ez pir jar im, ax dayika min

 

Ez ê bibim hibra ewran

Bibarim nola berf û baran

Da jîn bibe keda salan

Dilşad û aram be, ax dayika min

 

Stran û newa lorîkên te ne

Avên çeman stêrên çavên te ne

Keskesor qasidê evîna te ye

Tu ne xemgîn be, ax dayika min

 

Ez ê bibim hibra ewran

Bibarim nola berf û baran

Da jîn bibe keda salan

Dilşad û aram be, ax dayika min

 

Gotin: Şêrzat, Marûf Alan

Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Niştiman

Mîna teyrekî koçber im, xeribiyê niştiman im

Wek şervanekî bêçek im, li ser lêvên çiyayên bilind

Li pey şopa bedewiya te kewgozela li zozanên min

 

Du çavên te stêrkên li esman

Dêmên te sorgulên li baxan

Şahbanûya li ser textê cîhan

Tu bihişta evîndaran

 

Wek şîlavek li ser zinar im diherikim bi awaza te

Di nav pêlên stranên dil qîrîneke bêdeng im ez

Di zindana çavên te de dîlgirtiyekî bênav im ez

 

Du çavên te stêrkên li esman

Dêmên te sorgulên li baxan

Şahbanûya li ser textê cîhan

Tu bihişta evîndaran

Gotin û Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Ferîforya

Sê gul çandin li axa Medan

Aj dide ji bo me jiyan

Yek xunav ji behra dilan

Diherike dibe gulîstan

 

De herin oxir be ji we re

Li benda we Zîlan, Bêrîtan

Bûn stêrk li rûkê esman

Sakîne, Leyla û Fîdan

 

Ferîşteyên jiyana azad

Ferîforyayên li nav agir in

Rêhevalên (evîndarên) hîv û rojê

Kevokên doza felat in

 

Dibêjin şev xencereke reş e

Û xafil di dilên xelmaş re derbas dibe

Lê min ne bawer e

Hûn jî bawer nekin û herin!

 

Lewre îşev şev ron e

Dinya çîksayî heyveron e

Kî dibêje bi sê guleyên serbizeng roj tarî dibe

Na xêr, Roj ji her gav bêhtir stêrkan diçirisîne

 

Herin, nesekinin û herin!

Wa ye stêra Zîlan û Bêrîtanê jî diberiqîne

Peyvên ji tayê roniyê li tevna helbestê dixîne

Beyt û newaya we jê hildiberîne

Di gewriya gelê arî de distrîne

Û hemû dengbêj û hunermendan jê dihesidîne.

 

De herin.!

Lewre sê findên reqas li dûv we pêketî ne

Sê stêrên dilgeş li ser sêla sincirî ya asoyê welatê min govend girtine

Xemla xwe dane şevê û kirasê taristanê qulqulî kirine

Li asîmanê Kurdistanê beredesteke sibehê zaye

û berbanga azadiyê rû daye.

 

Herin oxir be ji we re,

Ey Sakîne, Leyla û Fîdan

Gotin: Şêrzat

Helbest:İbrahim YILDIZ

Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Ez Nizanim Çi Bêjim

Heval ez bilûrvan im

Dengê saza hozan im

Ji we ez dilgiran im

Ez nizanim çi bêjim

 

Ez daxwaza Xanî me

Rewşa nexşên Manî me

Di ristê de kanî me

Ez nizanim çi bêjim

 

Arê dilê Cizîrî

Tava tora Herîrî

Ez nûjen im bi pîrî

Ez nizanim çi bêjim

 

Nakin dengê saza min

Guh nadin awaza min

Yan nizanin raza min

Ez nizanim çi bêjim

 

Çima hemî nabin yek

Leşker nakin lek bi lek

Kanîn ew bircên belek

Ez nizanim çi bêjim

 

Hirç ketine nava rez

Gur ji hawir têne pez

Ji xew rabin em bi lez

Ez nizanim çi bêjim

 

Helbest: Cegerxwîn

Muzîk: Şêrzat

Şêrzat – Azadger

Sibehek zû derketin ji mal

Bi raman û vîneke zelal

Azadgerên gelê bindest

Dilsozên hêviya jiyan

 

Bûn stêrk li hember tariya şevan

Geş dikin jiyana baxên gulan

Navê we bû çavkaniya helbestan

Jîn dide cenga we li hemû cîhan

 

Amed biaxîn û nalîn e

Dîcle û Ferat xwîn dikelîne

Hevalên min bûne karwan

Li nav nemiran kon danîne

 

Bûn stêrk li hember tariya şevan

Geş dikin jiyana baxên gulan

Navê we bû çavkaniya helbestan

Jîn dide cenga we li hemû cîhan

Gotin û Muzîk: Şêrzat

Yalda Abbasî – Fatime

Ez le(li) çiyêk lê tu le(li) çiyêk
Her yêk je(ji) me lê gulê giyêk
Ser dayninî em le(li) balgiyêk, Fatime can
من در یک کوهستان و تو در یک کوهستان دیگر هستی
هر کدام از ما گل یک نوع گیاه است (از یکدیگر دور و جدا هستیم)
اما بیا تا بر یک بالشت سر بنهیم (بیا تلاش کرده و به یکدیگر برسیم)، ای فاطمه جان

Mere(neçe) avê lê kanî lay ye
Av ku lay ye lê nawi(nabe) çay ye
Arê min û te bû çiya ye, Fatime can
آب چشمه گل و لای است، به سراغ آب نرو
با آب گل و لای نمی‌شود چای گذاشت
میانه‌ی من و تو مانند یک کوهستان (مانع بزرگ) شده است، ای فاطمه جان

Fatime mezin e
Dest we(bi) bazin e
Fatimê mexwazin(mexwezin) ew yara min e, Fatime can
فاطمه بزرگوار است
بر دست‌هایش النگو دارد
کسی هوس خواستن او را نکند چرا که او یار من است، ای فاطمه جان

Mala nata(nehata) lê min nediya(nedîta)
Direng nata(nehata) lê zû neçûya
Çavên minî lê ma we(bi) dûya, Fatime can
ای کاش نمی‌آمد و من نمی‌دیدمش
ای کاش دیر می‌آمد و زود می‌رفت
هنوز هم چشمان من در پی اوست، ای فاطمه جان

Fatime le(li) Erkê
Birno le(li) terkê
Mala xwe danî we(bi) gepên xelkê, Fatime can
فاطمه در ارک هست
تفنگ برنو بر ترک او است
او به حرف و حدیث مردم خانه‌ی خود را رها کرد، ای فاطمه جان

Çiyay ser me lê pirr we(bi) Merx e
Kirme mere lê dame(dadime) berxe 
Dest davême lê Xwadê  ser xwe, Fatime can
کوهستان بالاسر ما مرخ‌های(۱) زیادی دارد
مرا همچو علف خشک به بره دادند
خدایا دست بر سر خود می‌زنم، ای فاطمه جان
❗️1- مرخ یا همان ارس درختی است که در مناطق شمال خراسان بسیار می‌روید و مانند کاج تمامی طول سال سبز بوده و عمر طولانی تا بیش از هزار سال دارد.

Nivîs û werger: #Aras

 

Koma Zelal – Heval Heval

Bişewite mala xayînan oy heval heval heval
Girtine dora hevalan oy heval riza heval
Dilê dayîka we bi kul e ez bimirim riza heval
Oy heval heval heval riza heval beşîr heval
Doza we qet ji bîr nabe ez bimirim beşîr heval

Şehîd bû ye li Salmanpakê oy heval riza heval
Canê we jî çima tazi oy heval beşîr heval
Dilê dayika we bi kul e ez bimirim beşîr heval
Oy heval heval heval riza heval beşîr heval
Doza we qet ji bîr nabe ez bimirim beşîr heval

Gotin û Muzîk: Koma ZELAL

Koma Zelal – De Lê Lê

Çiyayê gulê çiyayê gulê mal bar dikin ji yaylêyo
Ez qurbana wê yaylê bim mala rindikê min navdano
De lê lê de lê lê de lê lê lê
De lê lê de lê lê de lê lê were lê
îro dîsan îro dîsan Tu kes nema li kilîsan
Çavê dayîkê te birijin nedane(Heyfa) mêran te dane pîsan
De lê lê de lê lê de lê lê lê
De lê lê de lê lê de lê lê were lê

Gotin: Ermeniyên Gurgumê
Muzîk: Koma ZELAL

Koma Zelal – Tu Şîrîn î

Were lê tu sîrîn î sîrîna min î
Were lê tu birîn î birîna dilê min î

Şîrîna min çû ye serê kaniyê avê
Ez heyrana te û gul û renge te bim
Min ji sîrînê xwe ra desmalaka sorik şand
Sîrînê qebul nekir ji tirsê bavê
Were lê tu sîrîn î sîrîna min î
Were lê tu birin î birîna dilê min î

Şîrînê zaf hers ketiye sibe zu hatiye
Zimanê xwe direj kir got tu min birevîne
Min desmalek ji sîrînê xwe ra şandî
Şîrîn pir keyfxweş bû îro pê şa dibe
Were lê tu şîrîn î şîrîna min î
Were lê tu birîn î birîna dilê min î

Herem: Elbistan
Gotin û Muzîk:Gelerî

Koma Zelal – Ez Diherim

Lê ti çiqas li xweyê xweş e
Te kiriye cîgera min xwîna reş e
Min kîngê got ku ez ji te hez dikim
Tu him derewçî himê rureş e
Tim deng neke heke heke,
Li vir û wê qala min meke
Zatî min li vî canî tu xêr nedî
Edî bese mekeve xwîna minî ooy

Ezê herim êdî nema wî derdî ji kê re bejim
Xelkê bi min re bû ye dijmin
Sewa ku ez ser te da bême

Bila li min xin min bikujin
Bila li te re nekine dijmin
Xelkê yarla gıh bizane
Gişt cigera min tijî xwîn e

Dil sar nabî dil sar nabî
Dil ji hevdu dur dur nabî
Ku ez nasekinim tim tim bibêm
Arê dilê min dernabî

Gotin û Muzik :Ali Üstünses

Koma Zelal – Ez Nadim

Wî ez nadim nadim wî ez gewrê nadim
Gewrê min Şarpê xwe tine wi ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Eze şarpê bÎnim li ser poran deynim
Yarê ji te bistînim
Wî ez nadim nadim wî ez gewrê nadim
Gewrê min filarê xwe tine wî ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Ezê filaran bînim li ser lingan deynim
Yarê ji te bistînim

Wî ez nadim nadim wî ez gewrê nadim
Gewrê min goriyê xwe tine wî ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Ezê goriyan bînim li ser gucikan deynim
Yarê ji te bistinim
Wi ez nadim nadim wi ez gewrê nadim
Gewrê min berçavek xwe tine wiy ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Ezê berçav bînim li ser çavan deynim
Yarê ji te bistînim

Wi ez nadim nadim wiy ez gewrê nadim
Gewrê min kurika xwe tine wiy ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Eze kurika bînim li ser ningan deynim
Yarê ji te bistînim
Wiy ez nadim nadim wiy ez gewrê nadim
Gewrê min seata xwe tine wî ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Eze saatek binim li ser pîyan deynim
Yarê ji te bistinim
Wiy ez nadim nadim wî ez gewrê nadim
Gewrê min fîstana xwe tine wiy ez gewrê nadim
Tê bidî bidî tê gewrê bidî
Eze fîstanek bînim li ser bejnê deynim
Gewrê ji te bistînim

Gotin û Muzîk:Gelerî