Amed bi ser Dicle digirya bi her du çavan e
Got li minê çi şermekê mezin e giran e
Li başûrê welêt xelkê me bûye perêşan e
Digerin li warekê ku lê bibin mêvan e
Feleka xayinê, çi şermekê mezin e giran e
Li şûna biran, serdest bûye mazûban e
Mêvan rast kirine çadir û kolan e
Li dor hêlan leşkar bi tifeng û singûyan e
Li min lê lê, li min lê lê ….
.
Dereng e, dereng e, ro razaye nîvê şevê ye
Ji binê konekî qîrîna Zînê tê
Zîna neh salên, ji birînan xew nê ye
Dayikê bang kir, Zînê ciwan î, ez bi gorî
Te kezeba min kewand keçê lorî, lorî, lorî
Zînê got, lê dayê, Zîn bi heyranê
Qîrîn şerm e dizanim, lê birînên min xedar in
Agir û janê bedena min rebena xwedê helandin
Li min lê lê, li min lê lê ….
.
Li dora çadirê, civiya bû komeke jin û beyan e
Mirovên serbilind, stûxwar li ver dimane
Qîrîna Zînê, agir berdabû cigera kon e
Nemabû xewa çavan, ne şahiya dilan e
Pîrekê bang kir:
Xwedê, ay xwedê, di jînê li hovan bike qetran e
Tev zarokên me kirine mirî û birîndarên bomban e
Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e
Em le welêt bûne sirgûn, koçerên cihan e
Xwedey, jînê le hawan bike qetran e
Kalekî bang kir:
Hûnê şîreta min bidine keç û xortan e
Li min lê lê, li min lê lê ….
Bes e xapandina salan, bila êdî fêr bibin dersan e
Biratiya bêbextan hemî pêkenîn û talan e
Li cihanê kesek nabe hevalê bindestan e
Bona xatirê Zîna neh salên ku niha dike sikran e
Bona xatirê Zer û Esmerê me kurdan e
Ku îro berê xwe dane çol û Kerbela ne
Di bila hişyar bin
Tekevin rêçika azadiya Kurdistan e
Li min lê lê, li min lê lê ….
.
Berbang e, berbanga rojekê îlona 88an e
Cenaze yê Zîna çeleng radigrine goran e
Şîna reş xwe berdaye sar kona mihaciran e
Keçeke neh salîn, xwe gihandiye refên cangoran e
Erê Zînê
Ji bo xatirê gel, welate xwe, bûye qurban e
Dayika Zînê bang kir:
Hûne dawiyê bidine hêstiran e
Hûne xwedîken zarokên, li ber şîrê dayikan e
Di bila bixebitin ji bo azadiya Kurd û Kurdstian e
Li min lê lê, li min lê lê,….