Hay hay çûm nav rezê babê te
Min du gul jêve kirin
Hay hay şewteka mezin rabû
Kelek û gemî birin
Hay hay berê min ma l’ rêka te
Eşqa te ez dîn kirim
Hay hay çûm nav rezê babê te
Min du gul jê bizdandin
Hay hay şewteka mezin rabû
Kelek û gemî ş’kandin
Hay hay da b’gehîne miradê
Hêvî (û) di’a me xwandin
Hay hay deriyê mala b’ rihan e
Pişta mala rihan e
Hay hay rihana kate dane
Eşqa me ya giran e
Hay hay bo min reşe-rinan î
Pîroz bî bo vî canî