Miradê Kinê – Ew jî jin a, ew jî mêr a

yek hate ba min, go jina min bêxîret a, go birawo taq û porê wê hemû
li wa dana, êdî du sê xebera bêje belkî hebikî tehna lêda cara
ji mala xwe ma, îcar min ev xeberên ha gotin.
ew jî jin a agir kete mala min a
diştexilê tu car dorê nadê min a
xeber didê tu car dorê nadê min a
porbirişk e weka keja wa bizina
porbirişk e weke pirça wa bizina
ê xweşik e ma we ê wek min dîtina
ew jî jin a, ma ew jî jin a

diranê wê spî dikin, wek ferşikê ser yapraxa
zikmezin e xwarinxur e hemû çaxa
wextê êvara dirazê, weke tu yê merşê raxa
ê xweşik e ma we ê wek min dîtina
ew jî jin a, ma şansê min a

rûqirêj a, wek eyarê gemarê
firnikê wê eyn weke qulê kewarê
girêza wê wekî şirikê biharê
fişfişa wê wekî gayê li pey kizin a
ew jî jin a, ma şansê min a, jin wer hena

ez î ba kim, e nabakim
bi mîrkutan nalebitê
ez î ba kim, e nabakim
bi çakûç û destîbiviran nalebitê
têr nabe, ji gotin û şitexaliyê, ji vê pitpitê
wexta ew tu pişikê …….
wextê êvara …..
heftê sal a, hê hermetê ne mezin a
ew jî jin a, ma şansê min a

mi dît, wa ye jinik hat, go keko ev xebera ha te .. ji mi ra gotina
de ka ya wî jî bêje, de qe em wekî hev lê werin

ew jî mêr a, şixul nema li bajêr a
ma birçî ye li ba min têr a
heqê wîna neh deh kêr a

ev mêra ha ew çi dike, ew çi nake
mehdê xwe li jina xwe dike
jin radibe bi ser da wê
herdu rûyê xwe reş dike
li welatan, li beledan ji mêra xwe re parsê dike
mêrê xwe bi xwe’r … dike
li ber gundiyan, li ber cîranan ….
ma ew jî mêr a

hin jê hena, bi jinê xwe ra li nav xelqê çi qure na
divê keçê tu bigera, tiştek nema
divê keçê tu bixebita, tiştek nema
heqê wî ye ew ê neçe naka mêra
ew jî mêr a, ma efiya jê ra
ma ew jî mêr a

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.