Stêraa!!!
Taldeyên zîvîn çiqa sar e
Ji min re nelîlîneBerbang e û nikarim xwe bispêrim hembêza xewnan
Diherike ji çavên min xewek ji awirên dirindeyan
Û çivîkên aşbûyî yên di paşila min de êdî hişyar in
Stêra tu nemînî
Stêraa!!!
Berbangên evînê zêde har in
Dişewitîne, dihejîneBê xew im û ez û ev bajar li hev nayên
Kulmikên min ji biyabanek hetahetayê
Prîska efsûnan li eniya min jî danî
Stêra tu nemînî
Gotin û Muzîk : Mem Ararat