Mem Ararat – Rêwî

Li xwe digere rêwiyekî ne ji vir
Mîna teyran li ba dibe li dora xwe
Got ne ji vir im ,ne jî ji tu wara me
Lê dîsa jî digerim li xewna xwe

Li deşt û çiyan, li zozanan,li gund û li bajaran lê lê

Li jêr stêrkan gerîn ne hêsane lê
Stêrkên dibişirin dişibe çavên wê
Rêwî got ‘Stêrkê tu çavê kê yî?’
Stêrk tenê lerizî û geriya li şeva xwe

Li deşt û çiyan, li zozanan,li gund û li bajaran lê lê

Gotin û Muzîk : Mem Ararat