Mem Ararat – Evîna Du Çiya

Min got ez Ararat im, tenê û tenha
Te got ez jî Sîpan im, berf û derya
Berfa min ji benda mayîna te heliya
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Hêsir bim sozdarê

Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê vê dinyayê
Lerizî payîza min li pelê darê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê
Lerizî sozdarê

Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re slav tê
Ji baskê balindeyan bêhna yarê tê
Tu hebî ez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê

Wergera Tirkî: Kürtçe Şarkı Sözü

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.