Mem Ararat – Can Canê

Şabaş ji birinên min re can canê
Şabaş ji têkçûyînên min re can canê
Lê şikestiye şûşa dil cebar lê nayê

Can canê emrê can canê
Can can sebrê

Bûn cotek bask ew hêsirên li hemana
Niqutî nav dilê sal û zemanan
Ferek kevok im li biniya malan

Can canê emrê
Can canê sebrê

Korfersende xem û kul can canê
Salên dirêj ji min bir can canê
Hûrik hûrik dikule dil li dora encamê

Bûn cotek bask ew hêsirên li hemana
Niqutî nav dilê sal û zemanan
Ferek kevok im li biniya malan

Can canê emrê
Can canê sebrê

Gotin û Muzîk : Mem Ararat

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.