Mehmedê Mûsa – Sebrê

Eman eman eman eman, eman sebrê,
Karwanekê têye ji Ecem e,
Were serbar kul e, binbar xem e,
Û bihar e xelqê ketiye derdê mala halê dinyalika gewrik,
Wezê keleş gewrê bejna te zeriyê me,
Hê hê hê hê hê hê sebrê.
Eman eman eman, eman qulingo, te mala xweyî xera be,
Vê sibê te çiye vê Rihayê,
Û bihar e xelqê ketiye derdê mala halê dinyalika gewrik,
Wezê keleş gewrê bejna te Serayê,
Hê hê hê hê hê hê sebrê.
Eman eman eman, eman qulingo, te mala xweyî xera be,
Vê sibê tê kî derê Îranê vê Tûranê,
Û bihar e xelqê ketiye derdê mala halê dinyalika gewrik,
Wezê keleş gewrê bejna te seyranê,
Hê hê hê hê hê hê sebrê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.