Mecîdê Xalit – Her Pê Da Pê Da

Her pê da wî pê da lo, Temik lawo pê da,
Her pê da wî pê da lo, gede bi lawo pê da.
Temikê min kuştine wî xewka vê sibê da.
Temikê min kuştine wî xewka vê sibê da.
Hey sor e wî sor e lo, Temik lawo sor e,
Hey sor e wî sor e lo, gede bi lawo sor e.
Kaxizek hatiye lo Temik birine jor e.
Kaxizek hatiye lo Temik birine jor e.
Hey reş e wî reş e lo, Temik lawo reş e,
Hey reş e wî reş e lo, gede bi lawo reş e.
Kaxizekî hatiye lo Têmikê min nexweşe.
Kaxizekî hatiye lo Têmikê min nexweşe.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.