Mecîdê Xalit – Çûme Mûşê

Axawo çûme Mûşê nav genima,
Maqûlo, çûme Mûşê nav genima,
Divê îro sê ro sê şev e kaxizê Bavê Koroxlî nayê naçe, nizam çima,
Hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, wey wî maqûlo.
Axawo çûme Mûşê, Mûş titûn e,
Maqûlo, çûme Mûşê, Mûş titûn e,
Divê wezê bejna Bavê Koroxlî dinêrim,
Ser da ciza ye, na wele bin da gulavdûn e,
Hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, hey la li minê, wey wî maqûlo.
Axawo çûme Mûşê ser kaniyê,
Maqûlo, çûme Mûşê ser kaniyê,
Divê cinyazê Bavê Koroxlî anîne der camiyê,
Xezalê gote Xanimê, go Xanimê keziya min û te va kurkirî be,
Divê bira pismamê bavê mi dêrana Xwedê hatine wî li silaviyê,
De hey lor, hey lor, hey lor, hey lor, wey la li minê wî maqûlo.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.