Mecîdê Silêman – Tu Bedew î

Tu bedew î, tu rindik î kurê min,
Tu yî mal û dewleta nûr kurê min.
Wez ronaya her çava ji te hez dikim,
Te radimûsim sûretê sor gez dikim.
Tu bedew î, tu rindik î kurê min,
Tu yî mal û dewleta nûr dilê min.
Tu hêrs dibî ji nîşa her sûreta,
Tu hêrs dibî li serê min dibî xeta.
Tu bedew î, tu rindik î kurê min,
Tu yî mal û dewleta nûr dilê min.
Tu hêrs dibî, ser çevê mi diquncirî,
Tu ji mi ra maldewlet î malkur î.
Tu bedew î, tu rindik î kurê min,
Tu yî mal û dewleta nûrdilê min.
Te aş dikim bûna ku tu negirî,
Zû mezin bivî destê bavê xwe bigrî,
Te aş dikim bûna ku tu negirî,
Zû mezin bivî çardara min hilgirî.
Tu bedew î, tu rindik î kurê min,
Tu yî mal û dewleta nûrdilê min.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.