Mecîdê Fariz & Seydayê Rizo – Bişaro

De hayê, hayê, hayê, hayê, hayê, hayê, hay wayê,
Sîsilê go Melesê dayê dayîkê, de keziya min û te va tevda li hev aliyayê,
Qetrana dinyayê çanda Helebê, ser ruyê min û teva lev pêçayê,
De rabe derkeve diyarê Qesra Basimbê, Qesra Hesenê Ozmîn mêze ke.
De canbêzarê Deşta Mûşê wayê,
De qaymeqamê Zoqê, misê El Medîne lava,
Heft kuçikê me dîlxo va,
Eliyê Ûnis qewmê çiya va,
Eskerê navî çiya va,
Kezeb şewitiyê sîneko va,
Bişarê Çeto kekê Cemîlê va,
Xweyê sîstemê Elbayê xwarziya va,
Îbrahîm Hacî Evdile va,
Çar peyayê kafir Rema va,
Gelî birayê îşev êvar da daş danîn li ser melê da.
Bişarê Çeto go Emo lawo di goleke gol bêderê,
Erge di golekê go golê berê,
De bira sibê Bişarê Çeto nevêje Emê Gozê ne mêr e,
Şerr nake, li ber me direve.
De Bişarê Çeto go Emo lawo, bextê min û bavê mi te ra be,
De tu were rayê were rayê,
Heke tu nayê rayê, wez ê xera bikim Kela Basimê, Kela Hesenê Ozmîn,
De taqê jêr têxime kadîna kayê,
De taqê jor Mala Faro ra têxime cîkê çayê qawê.
Sîsilê go Mele Emo de tu lêde,
Silokî Hemzo de tu lêde,
Hesenî Şêxo, de tu lêde,
Memedê Emo de tu lêde,
Çar peyayê kafir Rema de tu lêde,
De navê revê navekî giran e,
De nava êlan û eşîra serkarê bavê min lêxê.
De hev ra wa de hev ra, wa de hev ra,
De minê tabiyek çêkiriye du par kevira, sê par şela
De bira sibê der û cînar bimba mezin bêjin Emê Gozê bavê min kirine,
Weka barî kela sedcar maşela.
Emê Gozê go Bişaro, wezê nayême rayê eskerê dewletê ra,
Wezê nayême rayê koçerê serê çiyê ra,
De minê sondekê xwariye qesema bi Xwedê ye,
Koz bi kola bi erdê ye,
Kulekeke berdaye axê ye,
De lingê xwe avêtiye qeyda bi hespê ye,
Hergê bawer bikî, baweriya Xwedê te hebe,
De minê kilîta Qesra Basimê şandiye cem xanimê ye.
De basirma wêran wê kele ye, basirme wê kele ye,
Sîstema destê Evdê Gozê kere nade deng e,
De heyfa mi nayê kuştina Emê Gozê,
Heyfa mi lê tê wê heyfê,
Çewa xera kirinê kolosê koçeriyê, kolosê dozdereng e.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.