Mecîdê Fariz – Gede Lawiko

Gede lawiko çiqas bergê mi elqîne,
Ew qas şahê li mala bavê mi li orta cî ne,
De gava çavê min çavê gede lawikê mi lo dikeve,
De tu were binêre, kes mala bavê mi ra ax tu nîn e.
Lawiko qurban hîva ser me ra hezîran e,
Gede lawikê mi girtiye sî rojî remezan e,
Divê seva çav û biriyê belek, dêmê gulî,
De geleka jinê xwe berdane ax.
Gede lawiko cînarê dora me yê ker e,
Divê sing û berê kewa gozel sor e,
Gelî malî gundîno bextê we me,
Notlanî hîveke çarde şevî gilover e,
De kawa kubar qe naweste,
Li Kekê Reşê îro lo pêda şer e ax.
Lawiko qurban, kaniya gundê me mezin e,
Divê derd û kulê dinyalikê hemû para min e,
Lê te awiriyê çava, lo qinyatê dila lo wez kuştime.
Lawiko qurban berfa gundê me şelpe ye,
Me xezal li konê xwe dane temaşe ye,
Ya hatiye serê mi evdalê Xwedê,
De bira neyê serê gurê çiya lo, gur gune ye ax.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.