Masum Elmas – Strana Berbangê

Min li vir negere
negere dayê
li derî navê min, nepirse dayê
stêrk ketîye ser porê te
jê neke dayê

Rûyê min kurkirî ye çend wext e
çavê min, li bende berbangê mam
ku dirêj dibe destê min, guhê min li derî ye
min bêrîya mirinê kir dayê
ku min jiyanek delodîn dixwest

Ax xwezî min karîbûya bidaya
her dayik a dilê wê di nava destê wê de bazdide
ji serî heta binî bi lawan
û bi keçikan ve xemilandî
ji welatekî re xelatek.

Bi hêvîyên xwe bêsînor
bi liberdana xwe ciwan
bi şaşmayîya xwe dema ku min zarokek veguhast hemrazê xwe
hêdî hêdî vekir di rûyê min de bişkoj

Li Pîr Siltan bifikire dayê
Li Şêx Bedrettîn
Li Borkluce
Li mirovan bifikire dayê
bifikire ku dilê te biheje
bifikire ku di wê demê de
di bawerîya rojên bi roj û xweş de moza zêrîn bifire

Min li vir negere
negere dayê
li derî navê min, nepirse dayê
stêrk ketîye ser porê te
jê neke dayê

Yanî dayika min a xweşik
di rojhilata sor a di welatê min de
li gel karîna firandina stêrkan
ez rûniştim, di nav stêrkan de
min xuna xwe ya dilşikestî vexwar.

Çi hestek xerîb e ev mirin
keçikên ku min ew maçîkirine tê bîra min
daxuyanîyek wê heye helbet.

Di dû de
li ser maseyê histûxwar man kaxiz û pênûs.
Min bibexşîne dayika min a xweşik
ji ber ku di tama lawekî de min nameyek nenivîsî ji te re
dilê xwe negire ji min
min nexwest ku destên wî lêkeve
min nexwest çavên wî lêkevin
tu yê bigirîya û bêhn bikira
dibe ku te yê emrek hilgirta di paşila xwe de

Êşa jiyanê bi hustê min ve hate daliqandin
lê min dixwest ku di tama kilamekê de bijîm

Min li vir negere
negere dayê
li derî navê min, nepirse dayê
stêrk ketîye ser porê te
jê neke dayê

Bi kinayî dayika min a xweşik
hilperîn tune di dema fikîrîna gulekê de
ken, hêvî, bêrî
an jî libendebûna nameyekê,
bi nêrînên li dûr çikyayî.

Mirin çi xerîb e dayê

Mînak ezê nekarim bibim bav
bûyîna ax çi xerîb e dayê

Min li vir negere dayê
navê min nepirse li derî
stêrk ketîye ser porê te
jê neke dayê, negrî

Li benda min be dayê
sibehekê ezê derkevim bêm
sibehekê dayê sibehekê
di dema vekirina derî de
ji bo rêşkirina eşên xwe.

Min li vir negere
negere dayê
li derî navê min, nepirse dayê
stêrk ketîye ser porê te
jê neke dayê, negrî

Min dixwest, cejnan ji êsîrîya qertên cejna biçilfisînim
û di hundirê quitîyek bi sedefê nihiçandî de
bidim destên zarokan
û bi dû re, bi dûre dayika min a xweşik
min dixwest ku wekî ez ji darekê bikevim
dil ketibama keçikekê

Ez li qeraxa şevê me
bêrîka kefen tune
min bi stêrkan tijî kirîye paşila xwe
bazdin zarokno bazdin
sibeh bi ser min de tê

êdî wekî ku bixwîn bikim dîwaran
helbestên şaşwaz ezê nekarim binivîsim
bi bawerîyek teqez ezê nekarim nerînên xwe di zikê odeya xwe de biçikînim

Ew kendalên ku li ba te mezin dibin
ew çiya li ba te koç dikin
ezê bêjim cejn, bêjim kulîlk
ezê bêjim gûzikên di bin darên gajê de perîk vekirine
dişibe zarokek gulgîn
lê dîsa jî windakirana lawê xwe çi xerîb e dayê

Di her pevçûnê de yê dimrim ez im
yê alê digire, şer dike
her jin bi neynûkê xwe ax dikole û min vedijîne
bêrî ez im, pevçûn ez im, evîn ez im.
navê wan, dengê wan ji bilî yên min
bi çendan hevsalên min
di paşila wan de bi kûlîlkan
di nav kulîlkan de wê welatek nû bînin.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.