Kubara Xido – Gulê Ha Nabe

De gulê hey nabe nabe,
Dîne hey nabe nabe.
Gulê, dil ketî çav venabe,
Dînê, dil ketî çav venabe.
Gulê wê di halê te çawa be,
Dînê wê di halê te çawa be.
Gulê, gund ser gunda bela be,
Dînê, gund ser gunda bela be.
Gulê, mala qomsîya xerabe,
Dînê, mala qomsîya xerabe.
Gulê, gundê me cîkî dûz e,
Dînê, gundê me cîkî dûz e.
Gulê, tejîngê bi kûzekûz e,
Dînê, tejîngê bi kûzekûz e.
Gulê, yek yar e yek baltûz e,
Dînê, yek yar e yek baltûz e.
Gulê, dengê dinê bela be,
Dînê, dengê dîne bela be.

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.